Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li ser kurdan qirkirina siyasî ranaweste

Polîsan li Tetwanê di serdegirtina malan de Hevserokê HDP’ê yê Tetwanê Burak Ballioglu  jî di navde 4 kes binçavkirin. Endama Meclisa Şaredariya Nisêbînê ya HDP’î Samiye Demîr jî hat binçavkirin. Li  aliyê din 19 ciwanên HDP’î yên li Heskîfê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin, serbest hatin berdan

Polîtîkayên qirkirina siyasî yên li ser gelê kurd û siyasetmedarên kurd ranawest e. Hemû siyasetmedar, kesên rêxistinî û kurdê xwenas her tim di hedefa dewleta tirk de ye. Dewleta tirk bi girtin û binçavkirinan, zext û tundiyê hewl dide ku polîtîkaya pêzarkirinê bimeşîn e.

Li navçeya Nisebîn a Merdînê, Endama Meclisa Şaredariya Nisêbînê ya HDP’î Samiye Demîr ku duh ji bo îfadedayînê çû Miduriyeta Polisan a Nisêbînê, hat binçavkirin. Demîr ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de derbarê de wê biryara binçavkirinê hatibû dayîn, li Miduriyeta Polisan a Nisêbînê tê girtin. Tê payîn ku îro îfadeyên Demîr li dozgeriyê bên girtin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de heta niha 8 siyasetmedarên kurd hatine binçavkirin û 4 jê jî hatine girtin.

Polîsan serê sibê li Navçeya Tetwanê ya Bedlisê jî bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Hevserokê HDP’ê yê Tetwanê Burak Ballioglu û welatî Ozgur Akbay, Engin Başar û Lokman Akilcagi binçavkirin.  4 kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan.

Ciwanên li Heskîfê hatibûn binçavkirin hatin berdan

Her wiha 19 endamên Meclisên Ciwanan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên ji Stenbol, Wan, Amed û Êlihê kom bûn, bi armanca beşdarî nobeta ji bo ku Heskîf dibin avê de nemîne di saetên şevê de xwestin çalakî li dar bixin lê ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin. 19 ciwanên HDP’î yên bi hinceta bi komî meşiyane hatin binçavkirin, piştî kontrola tenduristiyê birin Miduriyeta Polîsan a Êlihê. 19 endamên Meclisên Ciwanan û Jinên Ciwan ên HDP’ê piştî ku li Miduriyeta Polîsan îfadeyên wan hatin girtin, di saetên şevê de serbest hatin berdan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar