Êrîşên artêşa tirk a dagirker belav dibe. Piştî qadên Metîna û Avaşînê vê sibehê artêşa tirk a dagirker êrîşên dagirkirinê li ser Qela Bêdewê, Şehîd Munzur, Dola Nêrwe û Kinyanişê yên Zapê da destpêkirin.
Li qadên Metîna û Avaşînê şer berdewam dike. Artêşa tirk a dagirker ji bejahî û ezmanî ve bombebaranê didomîne.
Gerîlayên azadiyê jî bi awayekî xurt bersiv didin êrîşên dagirkeriyê û derbên giran li dagirkeran didin. BEHDÎNAN