Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Li ser nivîskariya jin panel

Nivîskar Xecê şen û helbestvan Leyla Saraç li Pirtûkxaneya Payîzê ya navçeya Yenîşehîra Amedê paneleke li ser nivîskariya jinan  li dar xistin

Nivîskar Xecê şen û helbestvan Leyla Saraç li Pirtûkxaneya Payîzê ya navçeya Yenîşehîra Amedê paneleke li ser nivîskariya jinan  li dar xistin. Panel bi moderatoriya Zozan Gulan pêk hat.

Helbestvan Leyla Saraç têkildarî nivîskariya jinên di girtîgehan de axivî û wiha got: “Hewceya çand û dîroka me were parastin. Îro yên ku civak û çandê pêş dixin jin bi xwe ne. Îro em nikarin ziman û dayik ji hevdû qut bikin.”

Der barê sedemên qutkirina dengê jinan de Saraç ev tişt anî ziman: “Ev xal bingeha xwe ji dîrokê digire. Ji ber ku jin dengê xwe dernexîn hişmendiya serdest bend ava kirin.”

Di hunerê de civaka zayendî

Nivîskar Xecê Şen jî di axaftina xwe de bal kişand ser mijara ‘di hunerê de civaka zayendî’ û diyar kir ku polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê ji hev cuda nîn in û wiha got: “Her çiqas ev polîtîka hebin jî li hember vê yekê kurd bi her awayî li ber xwe didin.”

Şen têkildarî pirtûka xwe ya bi navê Hûmîtrayê da zanîn ku ew di pirûka xwe de li ser felsefe-hunerê disekine û ev tişt anî ziman: “Mihrî-Mîtra her çiqas wek dînekî bê pênasekirin jî di bingeha xwe de felsefe ye. Divê ji aliyê çandeke hunerî, felsefeyî û wêjeyî ve were girtin. Ez nêzî 9 salan li ser vê pirtûkê xebitîm û min sûd ji gelek çavkaniyên cuda yên wek kelhurî, soranî û hwd. girt. Bi rengekî kolektîvîzm li ser xebitîm.”

Xebatek ji bo arşîvê

Nivîskar Şen herî dawî ev tişt anî ziman: “15 paresgehên ku li ser Hûmîtrayê re hatine ava kirin, hene. Ez li van tevan jî geriyam. Lê hin ji wan hê jî ji jinan re qedexe ye. Ji dîrokê ve qedexe ye, îro jî bi heman rengî didome. Ez hinek li ser vê yekê jî derketim rê û min berê xwe da rol û rista jinan. Wêje, huner di civakê de çibe civak jî hinekî wisa didome.

Ji wêje heta huner, felsefe û hwd. jin tim tune hatine hesibandin. Li ser vê yekê me berê xwe da xebatan. Ev xebata min jî wek arşîvekê ye. Ji bo xebatên pêşerojê ye.”

Her wiha panel bi pirs, bersivan û îmzeyan bi dawî bû. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar