Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Li ser Ocalan û hevalên wî yên li Îmraliyê komployek heye’

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê şewata li Girava Îmraliyê de derketibû, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Wezîrê karê hundir ê faşîst ê tifaqa AKP û MHP’ê diyar kir ku agir bi Îmraliyê ketiye. Ev daxuyanî di nav axaftinekê de hatiye gotin û armanceke wê heye. Vê zivistanê agir bi Îmraliyê ketibe nexwe ev tişt nîşan dide ku li ser rêberê gelê kurd û hevalên wî komployek heye. Di vê pêvajoyê de şerê li Idlibê geş dibe û bi daxuyaniya wisa re gel û saziyên kurd ketine nav tevgerê. Gelê kurd û rêxistinên wê diyar kirine heta ku ji Rêber Apo agahî were stendin dê li qadan bin. Gelê kurd jî li her derê daketiye qadan û helwesta xwe zelal kiriye. Gelê kurd û dostên wan li benda agahiya başbûna tendirustî û ewlehiya Rêber Apo ye.

Lê dewleta tirk li ser banga gelê kurd tu gav neavêtiye. Rêbertiya me bi parêzerên xwe re hevdîtin nekiriye. Dijminatiya dewleta tirk a li dijî gelê kurd herî zelal li Îmraliyê derdikeve holê. Rêber Apo li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye û bi ser de jî bi nûçeya agir bi Îmraliyê ketiye, êrîşî hest û îradeya gelê kurd tê kirin. Şerê taybet bi taybetî hevdîtina Rêber Apo ya bi parêzerên wî re pêk nayne. Divê gelê kurd û hêzên demokrasiyê li her derê serhildanên xwe xurt bike û hevdîtina bi Rêber Apo pêk bînin. Heta ku der barê tendirustî û ewlehiya Rêber Apo agahiyên pêbawer werin stendin, divê berxwedan bidome.

Ev daxuyaniya şewatê di zivistanê de û di dema şerê li Idlibê de hatiye kirin. Her agahiya der barê Rêber Apo ya bi guman dê di asta herî cîdî de were nirxandin. Ji ber ku tendirustî û ewlehiya Rêber Apo ji bo gelê kurd û tevgera me ya azadiyê meseleyeke hebûn û nebûnê ye. Waliyê Bursayê daxuyanî daye ku şewat hatiye tefandin lê ev jî dibe sedem ku bi hestên gelê me re were lîstin. Ji bo gelê kurd tu wateya van daxuyaniyan tune. Ev daxuyanî hêrsa gelê me zêdetir dike. Li Îmraliyê heke rewşeke neyînî pêk were, berpirsê vî tiştî Tayyîp Erdogan û AKP ye. Di warê tendirustî û ewlehiya Rêber Apo de jî dewleta tirk û saziyaên navneteweyî berpirsyar in. Di warê dîlgirtina Rêber Apo de berpirsên yekemîn DYA û NATO ye. Ji ber vê jî divê temamiya van hêzan der barê tendirustî û ewlehiya Rêber Apo gavên pêbawer biavêjin.

Parêzer û malbata Rêber Apo piştî daxuyaniya şewatê ji bo hevdîtinê serlêdan kirin lê ev serlêdan nehatine bersivandin. Rêber Apo pêşengê gelê kurd e û gelên Rojhilata Navîn di serî de rêberê têkoşîna azadî û demokrasiya hemû gelên cîhanê û hêzên demokrasiyê ye jî.

Gelê me û dostên me piştî daxuyaniya dûrî cidiyetê ya Suleyman Soylû bihîstiye, bi ruhê berxwedana ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ daketine qadan û xwedî li Rêber Apo derketine. Heta ku di warê tendirustî û ewlehiya Rêber Apo de agahiyên pêbawer werin stendin divê ev berxwedan bidome. Divê sala 2020’an bibe sala şikandina tecrîdê, têkbirina faşîzmê , demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn û sala ku Rêber Apo û gelê kurd azadiya xwe bi dest xistine.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar