Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li ser pêkanîn û bandora şerê taybet nîqaş kirin

Dema ku TJA û Meclîsa Jinan a DBP'ê li ser polîtîkayên şerê taybet komxebatan li dar dixin, jinên ku ji nêz ve şahidên şerê taybet in di atolyeyan de bi vegotina tiştên ku hatine û dîtine rastiya xwe careke din radigihînin. Berdevka Meclîsa Jinan a DBP'ê Bêrîvan Bahçecî diyar kir ku ew ê atolyeyên ku detayên balkêş derketine holê ragihînin.


Polîtîkayên şerê taybet ku dewlet li her bajarên Kurdistanê dimeşîne, her roj zêdetir xwe weke destwerdana li jiyana gel nîşan dide. Li aliyekî şerê taybet dewam dike, di pêşengiya jinên Kurd de rêbazên hişyarkirinê tên pêşxistin. Yek ji van komxebatên ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve li ser polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê tên lidarxistin û jin li hev kom dibin. Çîrokên jinên ku beşdarî atolyeyan bûne, aliyên şerê taybet zelaltir nîşan didin.

Şahidên jinên beşdarî komxebata Meclîsa Jinan a TJA û DBP’ê ya li navçeya Sûr a Amedê ya der barê şerê taybet de bûn, balkêş e. Yek ji jinên ku beşdarî komxebatê bû, çavdêriyên xwe wiha parve dike: “Li Sûrê malên terikandin hene, ne tenê xaniyên terkîkirî, xaniyên normal jî bi kirê dikin, jinên ciwan tînin û bi darê zorê fuhûşê lê dikin. Em dibînin ku çawa polîs li kuçe û kolanan tiryakê dixin destên ciwanan û wan difiroşin. Bi şev kolanên Sûrê zivirî Teksasê. Ji ber ku dengê çekan naqede. Xizmên me û ciwanên me bi tiryakê ve girêdayî ne, em nizanin çi bikin. Dema em gilî dikin, roja din bêyî ku tiştek bê kirin tên berdan. Berê ne wisa bû, her der paqij bû. Tu carî nedidît ku kesek tiryakê bikar bîne an jî bifiroşe, lê niha ciwanên me ji hêla dewletê ve bi zanebûn bi vî rengî tên jehrîkirin.”

Çîrokên di komxebateke bi heman rengî ya ku me li navçeya Yenîşehîrê şopand, nîşan dide ku pêkanînên şerê taybet ji aliyê dewletê ve çawa derdikeve pêş. Yek ji jinên li vir axivî serpêhatiyên xwe wiha parve dike: “Kesên ku bi madeyên hişbirê ve girêdayî bûn û tim destdirêjî li min dikirin hebûn. Li kolana me dengê çekan hat, fuhûş hebû. Me li ber xwe da lê em bi ser neket. Me giliyê polîsan kir, lê piştî demekê polîs hatin kolanê û gotin, xwediyê wê hejmarê li me geriya û ji bo hejmara ku me telefonî wan kiriye gilî kir. Were der û binêre ka te bi rastî ji me re çi gotiye. Wî em li wir eşkere kirin. Ji ber ku em kirin hedef camên mala me û deriyên me şikandin. Mala me wek dizan hat şikandin û tiştên me hatin dizîn û wêrankirin. Me careke din gilî nekir ji ber ku em di cih de bûn hedef. Dewlet çareseriyê nade, berovajî vê yekê em kirin hedef, lê li taxan fuhûş, tiryak hê jî didome. Em dizanin ku ev ji ber nasnameya me ya kurdewar hatine kirin.”

Jin ji ber ewlekariya xwe nav û wêneyên xwe nadin, her jinek di atolyeyan de nêrîn û ezmûna xwe radigihîne û her jin rastî şerekî taybet tê an jî şahidiya şerekî taybet dike, ev polîtîka çiqas berfireh e jî nîşan dide. Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî ya ku beşdarî komxebatan bû û li jinan guhdarî kir û pêşniyarên wan kir, armanca lidarxistina komxebatan û çawaniya derbasbûna wan vegot.

Bêrîvan diyar kir ku polîtîkayên şerê taybet bi taybet di demên dawî de bandoreke mezin li Kurdistanê kiriye û wiha got: “Ev polîtîka polîtîkayên ku hewl didin xwe bi derûnî biafirînin in. Polîtîkayek e ku hewl tê dayîn bi awayekî bêdeng li hemû civak û şexsan belav bibe, di xaleke ku mirov ferq nake de ye. Hewl dide bi taybetî di nava ciwanên Kurd de û bi giştî li Kurdistan û Tirkiyeyê xwe bi berfirehî bi cih bike. Ji bo vê jî em dikarin bi zelalî bibêjin ku dema em li rewşa Fatma Altinmakas a li Mûşê hat qetilkirin, Îpek Er a ku ber bi întîharê ve hat birin û Gulistan Doku ya hat windakirin dinêrin, polîtîkayên şerê taybet diyar dibe.”

Bêrîvan da zanîn ku bi jinan re komxebatên polîtîkayên şerê taybet li dar xistine û got, “Me di pêşengiya Meclîsa Jinan a DBP’ê de bi nasnameya xwe ya TJA’yê atolyeyek da destpêkirin. Ji ber ku bi giranî li Botanê tê meşandin me li Botanê dest bi vê yekê kir. Ji aliyê ekolojîk, çandî, zimanî, destavêtin, fuhuş, maddeyên hişbirê… Li her qada ku kurd li Botanê nefes distînin, belav bûye. Her wiha li Botanê çirûskek hatiye pêxistin û haya wan ji polîtîkayên tên meşandin heye. Li hemberî jina ku ji aliyê yekî bi unîformatîk ve hat tacîzkirin bertekek mezin hat nîşandan. Pêwîst bû ev bihata birêxistinkirin, ev hişmendî di warê xweparastinê de bihata nîşandan. Ji ber vê yekê me Botan hilbijart.”

Bêrîvan, anî ziman ku ew weke jin û pêşengên siyasî her tim li qadan in û destnîşan kir ku bi atolyeyan wan polîtîkayên şerê taybet baştir dîtine. Bêrîvan got, “Ji bilî tiştên ku em bi xwe dibînin, em ji dayik û jinên ku li wir dijîn jî ji nêz ve dibihîzin. Gelek tiştên ku şahidî kirine hene. Wan got ku wan çawa destavêtin dîtin, mêrên bi unîforma çawa di nîvê şevê de li kuçe û kolanan narkotîkê difiroşin û çawa hewl didin ciwanan bixin. Ew jî dipirsin ka ew dikarin çi bikin.Diyar dikin ku ew van tiştan dibînin, ciwanên wan nemane û êdî çareseriyê dixwazin. Dema van dîtin û gilî kirin, gotin roja din polîsan ew berdane. Wan diyar kir ku wan ji ber bikaranîna tiryakê der barê malbat, zarok û xizmên xwe de giliyê polîsan kirine, lê yekser hatine berdan. Gotin ku dewletê ji bo pêşîgirtina li vê yekê yan jî alternatîfek ji bo vê yekê nekiriye. Ew jî dizanin ku li ser kurdan asîmîlasyoneke topyekûn heye û dizanin ku di van demên dawî de ev yek pir kûr jiyane. Ev awayê herî eşkere yê siyaseta şerê taybet e.”

Bêrîvan da xuyakirin ku lingekî din ê polîtîkaya şerê taybet tundiya bi yekreng e û got, “Di bin navê evînê de, di bin navê soza jiyaneke xweş de hewl didin jinên ciwan bixapînin û girê bidin. Piştre jî ji ber hesta tolhildana li hemberî Kurdan nêzî jinên ciwan dibin. Jin ji ber ku di asteke ku civakekê diafirîne û vediguherînin de ye, hewl didin vîna wê qels bikin. Dema pêwîst be bi rêya kesên yekreng û dema pêwîst be bi rêya bav, bira yan jî endamekî din ê malbatê tê kirin.”

Di dawiyê de Bêrîvan bal kişand ser komxebatên ku li dar xistine û dê li dar bixin û wiha got: “Plansaziya me ya li ser polîtîkayên şerê taybet didome. Planên me hene ku rasterast ji bo hemû bajar û navçeyên Kurdistanê em hişyariyê bidin. Me herêma Amedê hema hema qedand, li herêma Serhatê jî em ê bidomînin. Piştî temamkirina Kurdistanê bi giştî, em dixwazin ji bo herêma Tirkiyeyê jî planan çêbikin. Paşê em plan dikin ku nêrînên hevalên ku beşdarî komxebatê bûne bigirin û di forma raporê de biweşînin. Me atolye çêkirine, em naqedînin. Hevalên me yên jin ên li wir dijîn wê bidome. Piştî van kirinan dê komxebatek giştî, konferansek çêbibe, belkî jî plansaziyên li ser çawaniya hişyarkirina civakê bi pêkhateyên cuda yên jinan di rojeva me de bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar