Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Li ser sînor kolberek hat qetilkirin

Leşkerên tirk 2 kolberên ku li ser sînor girtin, îşkence li wan kirin. Ji ber îşkenceya leşkerên tirk kolbera bi navê Hesen Keçelano ê bavê sê zarokan jiyana xwe ji dest da

Li ser sînorê rojhilat û bakurê Kurdistanê kolberekî ku bazirganiya ser sînor dikir ji aliyê leşkerên tirk ve hat qetilkirin. Li gorî agahiyan kolberên ji rojhilatê Kurdistanê Hesen Keçelano (35) û Behram Semedî duh sibehê li taxa Şecsicih a navçeya Wanê Çaldiranê hatine girtin û îşkece li wan hatiye kirin.

Ji ber îşkenceya leşkerên tirk dev û rûyê Semedî di nav xwînê de maye û laşê wî şîn û reş bûye, birînên kûr li laşê wî vebûne. Kolberê dî Hesen Keçelano, bavê 3 zarokan ji ber îşkenceta ku lê hatî kirin jiyana xwe ji dest da. Semedî li gel cenazeyê Keçelano li ser sînor hate danîn.

Xizmên kolberan xwînxwariya leşkerên tirk piştrast kir. Yek ji xizmên kolberan got ku piştî ku Semedî hatiye gund ew li gel leşkerên Îranê çûne cihê ku cenaze lê ye, leşkerên Îranê gotiye îşkence li wan hatiye kirin û li ser sînor bang li leşkerên tirk kirine. Leşkerên Îranê ji leşkerên tirk re gotine, ”Ji ber îşkenceya li cenaze hatiye kirin em nikarin cenaze bibin, ji hêla hiqûqî ve ji deriyê sînor derbas bikin.” Xizmê kolberan got ku li ser vê leşkerên tirk cenaze birine.

Gundiyekî ku bûye şahidê xwînxwariya leşkerê tirk got ku leşkerên Qereqola Sedat Nezîh Ozok 2 kolberan birine. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar