Di navbera Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê de cenazeyên 39 koçberên ku di nava berfê de qerisîne, hatin dîtin
Li gorî zanyariyên Saziya Karûbarên Koçber û Penaberan, koçber li nêzî Wanê di bin aşîta berfê de mane û jiyana xwe jidest dane. Ji ber ku demeke dirêj di ser de derbas bûye, beşek ji cenazeyan xirab bûne û ji aliyê heywanên kuvî hatine xwarin.
Serokê Saziya Karûbarên Koçber û Penaberan a Herêma Kurdistanê Iraqê Arî Celal têkildarî mijarê zanyarî dan Rojnews û wiha got: “Nasnameyên koçberan nayên zanîn lê ji bo diyarkirina nasnameyên wan xebata me didome.”
Celal da zanîn ku di dema şerê dijî DAIŞ’ê de gelek kesan xwestine biçin Ewropayê û ji wana 204 kesan jiyana xwe ji dest dane, her wiha 166 koçber windane û heta niha aqûbeta wan nayê zanîn.
Celal diyar kir ku ji bo aşkera kirina rewşa koçberên winda xebata wan didome. SILÊMANÎ