Li ser sînorê di navbera Elbak a Wanê û Îranê de cenazeyên 6 kesan hatin dîtin. Nasnameyê kesên jiyana xwe ji dest dane nehat zanîn û cenazeyên wan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê
Li ser sînorê navçeya Elbak a Wanê û Îranê de cenazeyê 6 mêran ku nasnameya wan nehat zanîn hatin dîtin. Li gorî agahiyan, li gundê Gelen ê ser sînor ku 2 kîlometreyan nêzî Qereqola Hidûd a Gullukê ye, 2 cenazeyên mêran hatin dîtin. Piştî lêgerina li herêmê, li gundê Sultançayir ku 100 metre dûrî hev in, cenazeyên 4 mêrên din hatin dîtin.
Çavkaniyên ji herêmê diyar kir ku dibe 6 kesan ji ber sermayê qefilîbin û jiyana xwe ji dest dabe. Hat destnîşankirin ku 6 kesên jiyana xwe ji dest dane, temenê wan di navbera 20-25 salî de ne. Cenazeyên 6 kesan ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê û ji wir jî dê bişînin Saziya Tipa Edlî ya Wanê. WAN