Navenda Nûçeyan
Li gorî ragihandina artêşa Libnanê, duh bi şev li ser sînorê Suriye û Libnanê di depoyek sotemeniyê de teqînek mezin çêbûye.
Hate gotin ku teqîn li navçeya Qesr a Hirmil a li ser sînorê Sûriye-Libnanê rû daye û ji ber depoyên gaz û benzînê yên malbata El Ubeyd pêk hatiye.
Artêşa daxuyakirin ku di encama teqînê de tiştek bi leşkerên wan nehatiye.
Lê li gorî Xaça Sor a Libnanê herî kêm 10 kes birîndar bûne.