Li herêma ser sînorê Tirkiye û Îranê saet li derdora 08.52’an bi pileya 5.8 erdhejek rû da. Vê erdheja rê li ber metirsiyek mezin vekir li her deverê Wanê hat hîskirin.
Li gundên Gelenler, Xanik, Kaşkol û Elbis ên girêdayî navçeya Elbaka Wanê ji ber erdhejê gelek mal xera bûn. Hat gotin li van gundan gelek welatî di bin kavilan de mane.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; heta niha 7 birîndar ji bin kavilan hatine derxistin û 2 welatî jî jiyana xwe ji dest dane. Hat zanîn ku navê welatiyên jiyan axwe ji dest dane Ferhat Tunca û Aydin Tosûn in.
Tê gotin hêj welatî di bin kavilan de hene. WAN