Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li ser Sûriyeyê beroşa siyasetê germ dibe 

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Beşar Esed li Moskovayê ye. Ev gera ji nişkave, nîşanê germbûna karê diplomasiyê ye.

Her çendîn bi zimanê diplomasiyê bêjin “em ji bo aştiyê hewldidin” jî, lê rastî ne ev e. Ya rast; diplomasiya ji bo siyaseta şer e û ev jî parçeyek ji yê siyaseta şerê 3yan ê cîhanê ye.

Demek dirêj e ku li Rûsyayê, xwedê giravî ji bo Tirkiye, Îran û Sûriye lihevbên, di navbera wan de aştî çêbibe hewldan tên kirin. Lê na xêr, ev gotin û daxwiyên wan hemû ji rastiyê dûr in. Ya rast ew e ku hemû hewldanên wan; fêlbazî, fen û hîlebazî ne, an bi gotinek din hewldanên ji bo şer in.

Jiber ku ji qal û bela ve, van dewletan, her bi hev re di nava şerde ne. Dîroka wan hemû tije şer û xwîn e. Lê ji bo ku raya giştî û gelan bi xapîne, bi derewan dibêje “em cîranên hev ên dîrokîne” û heta carcaran zimandirêjiyan jî dikin û dibêjin “em dostên hev ên qedîm in” hwd. bi sixtekarî derewan rêz dikin.

Hema hema li ser ti mijaran nebûne dost û nuha jî nikarin bibin dost. Jiber ku pirsgrêkên wan, ewqas (hema weke bi zimanên wan) ji dîrokê ve hatine û ketine ser hev, êdî bêyî şer tebata wan nayê, êdî şer û pevçûn, qirkiriun û talan ji wan re bûye çand û huner.

Belê bila jibîr neçe, li ser mijarekê dikarin werin cem hev û li ser gelek xalan jî lihev bikin. Ew jî mijara dijberiya AZADIYA GELÊ KURDISTANÊ ye!

Hema em gelek dûr neçin, ji Peymana Qesra Şîrîn û vir ve hemû caran li hev rûniştin û li dijî mafê gelê Kurdistanê biryar wergirtine.

Di vê dîroka xerab de, dosyaya reş a Rusyayê, ne ji dosyayên her çar dewletên dagirker û mêtingerên Kurdistanê, kêmtir e.

Hema em ji Komara Kurdistanê(Mehabadê) heta Efrînê werin, em ê rûreşî û bextireşiya wan pir zelal bibînin. Îro jî li ser heman siyaseta xwe ya qirêj meşa xwe dewam dike.

Siyaset û hilwesta DYA û hinek dewletên Ewrupayê jî, di heman siyaseta gemar de, ne bi gavekê jî kêmtir e ji ya Rûsyayê. Hema ji Peymana Lozanê heta Aşbetala Peymana Cezayirê, dewama wê jî Serêkaniyê û Grêsipî û hwd.hemû tên zanîn.

Bêşensiya gelê Kurdistanê ew e ku, ne bi tenê dewletên mêtinger û dagirker, belê van zirdewletên cîhanê jî, li ser siyaseta dijberî doza azadiya gelê Kurdistanê, hemû dikarin wer in cem hev û siyasetek hevbeş bidin birêvebirin!

Belê wisa diyar e ku, vê carê wê weke carên berê nebe û ew siyaseta xwînrêj a dijî mirovahiyê wê nikaribin hevbeş, bi hêsanî li dijî gelê Kurdistanê bidin meşandin.

Jiber ku berî hemû tiştî, gelê Kurdistanê weke carên berê, ne bêrêberî, ne bêrêxistinî û ne bêîrade ye. Him bi rêberî, him bi rêxistinî û him bi îradî, ji hemû caran xurtir e û mirov bêje ji tevgêrên pir gelên cîhanê jî bi hêztir e, ne şaş e.

Li aliyê din, ji nuha ve hêzên hegemonên cîhanê, di serî de DYE û hinek dewletên Ewrûpayê, Rûsaya û ya herî balkêş û li pêş e Çîn, bi hevre ketine nava nakokiyên dijwar û rakêşiyên mezin. Jixwe weke ku li Ukraynayê rûda, şer û pevçûnên wan jî roj be roj germtir û gûrtir dibin.

Îca pêşbîniyên xurt hene ku tevgêra gelê Kurdistanê, bi têkoşîna jixwe bawer a cewherî û hemdemî, vê carê, jiber ku xwedî ezmûn û serpêhatî û deskeftiyên hêja ye, şensa wê ya pêşkeftin û serkeftinê ji ya hemû hêzan pirtir e.

Nûçeyên Têkildar