Li bajarê Hewlêrê li ser tevlibûna jinan a di navendên biryar rû xizmetguzariyê de semînerek hat dayîn
Li hola otela Erbîl Bêst a li bajarê Hewlêrê ji aliyê Rêxistina Mesele ve semînerek li ser tevlibûna jinan a di navendên biryar girtin û xizmetguzariyê de hat dayîn. Di seminerê de behsa pirsgirêkên ku rojane rastî jinan tên hat kirin.
Têkildarî semînerê rêvebera rêxistinê Ehmed Kawanî axivî û ev tişt anî ziman: “Di semînerê de pirsgirêkên ku rojane rastî jinan tên hat guftugo kirin. Em ê hemû guftugoyan weke raporek amade bikin û radestî berpirsên hikûmetê bikin.”
Hêjayî gotinê ye piştî hewldanên jinan ên jibo ku jin di cihê biryar girtinê û navendên hikûmetê de cih bigirin, ji 21 wezîrên hikûmeta nû 3 jî jin hatin hilbijartin. Lê ev rêje ne li gorî daxwazên jinan e. Ji ber ku jinan dixwest rêjeya tevlibûna jinan ji sedî 30 kêmtir nebe. HEWLÊR