Navenda Nûçeyan |
Gefa vîrusa koronayê her ku diçe li seranserê cîhanê mezintir dibe. Malpera nûçeyan a bi navê Worldometer’ê têkildarî daneyên dawîn ên vîrusê nûçeyek weşand û ragihand ku hejmara kesên ku ku ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane gihîşt 11 hezar û 417 kesan.
Li gorî daneyan, welatê ku herî zêde mirov lê jiyana xwe ji dest dane bi 4 hezar û 32 kesan Îtalya ye. Piştî Îtalyayê welatê ku herî zêde mirov lê jiyana xwe ji dest dane bi 3 hezar û 255 kesan Çîn e ku vîrusa koronayê ji ewil lê hatibû dîtin. Di rêza sêyemîn de jî bi hezar û 433 kesan Îranê cih girt.
Her wiha li gorî daxuyaniya dawîn a wezîrê tenduristiyê yê dewleta tirk Fahrettîn Koca, li Tirkiyeyê heta niha 670 kes bi vîrusê ketine û 9 kes jî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane.