Li dijî reforma ku temenê teqawîtiyê ji 62 salî dike 64 salî, sendîkayan ji meha çileyê û vir ve cara nehemîn dest bi roja greva neteweyî kirin.
Stasyonên sotemeniyê
Çalakiyên blokajê bandor li depoyên petrolê, bendergeh, rê, rêyên hewayî, sektora gazê û zanîngehan kir. Di asta neteweyî de li piraniya stasyonên sotemeniyê astengî heye.
Bendergeh
Li ser banga ‘bendergehên mirî’ ya sendîkaya CGT’ê, temamiya bendergehên Marseîlle-Fos û Brestê hatin blokekirin. Li gelek bendergehên din jî çalakiyên blokajê hene.
Rêyên bejahî
Li ser rê jî çalakgeran palet û lastîk şewitandin. Gelek rêyên bejahî hatin girtin.
Seferên Trenê
Seferên trenê bi taybetî li gelek garên li başûrê welêt bi temamî sekinîn. Toûloûse, Montpellîer û Nîmes ji bajarên sereke ne. Saziya rêyên hesinî ya neteweyî SNCF kete bin bandoreke giran a grevê. Rêjeya xebatkarên SNCF’ê ku diyar kirin ew tevlî grevê bûn gihîştiye ji sedî 35’an.
Li RER’ê jî seferên trenê yên herêmî dike û metroya Parîsê jî di asteke giran de asteng bûne.
Otobus
Di serî de Parîs li gelek bajaran depoyên otobusan hatin blokekirin. Li hin deveran li ber deriyên depoyan bend hatin danîn.
Sektora gazê
Li sektora gazê jî devê termînala Dûnkerqûe ya li bakurê welêt ji bo 24 saetan hate girtin. Li depoyên gazê jî çalakiyên blokajê hene.
Zanîngeh
Gelek zanîngeh ji aliyê xwendekaran ve hatin blokekirin. Li Lyon, Parîs, Saînt-Etîenne, Roûbaîx, Toûloûse û gelek bajarên din xwendekar tevlî çalakiyên blokajê bûn.
Bermayî û sergo
Li Parîsê xebatkarên paqijiyê greva ku 6’ê Adarê dan destpêkirin heta roja Duşemê dirêj kirin. Hin febrîqeyên şewitandinê hatin blokekirin. Ji Sêşemê û pê ve li gorî Şaredariya parîsê li bajêr 9 hezar û 500 ton sergo kom bû. Li hin bajarên din jî bi qemyonên ku sergo kom dikin, çalakiyên sabotajê hatin lidarxistin.
Trafîka hewayî
Her wiha li qada trafîka hewayî jî çalakiyên blokajê têne kirin.