HRE’yê ragihand, li navçeya Şêrawa ya Efrînê di çalakiya dijî artêşa tirk a dagirker de 3 leşkerên tirk hatin kuştin û tankek hatiye rûxandin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyaniyeke nivîskî weşand û der barê çalakiya li gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê ku li dijî leşkerên tirk a dagirker hate kirin agahî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Çalakiyên hêzên me yên li dijî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê didomin.Di 31’ê tîrmehê de li gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê hêzên me derbên giran li baregeha leşkerî û stargehên artêşa dagirker xistin. Di çalakiyê de tankeke artêşa tirk a dagirker û du çeper tevî cebilxaneyên tê de hatin rûxandin. Di encama çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin û 4 leşker jî birîndar bûn.” EFRÎN