Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Li Serêkaniyê bi dehan çete hatin kuştin

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên ji bo dagirkirina rojavayê Kurdistanê didomin. Li hemberî vê jî şervanên HSD’ê berxwedaneke dîrokî dimeşînin û derbên giran li dagirkeran didin. Di şerê li Serêkaniyê de bi dehan çete hatin kuştin û di bombebarana artêşa tirk de jî sivîlek şehîd bû

Dewleta tirk a dagirker tevî komên xwe yên çete yên El Qaîde, El Nusra, DAIŞ û OSO’yê di 9’ê cotmehê saet di 16.00’an de li dijî rojavayê Kurdistanê êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de gund, navçe, bajarok û navendên bajarên Rojava bi awayeke hovane topbaran û bombebaran kir û dike. Di encama van êrîşan de nêzî 20 sivîlan hatin qetilkirin û bi dehan sivîl jî birîndar bûn. Li hemberî van êrîşên dagirkeriyê jî şervanên HSD’ê berxwedaneke dîrokî nîşan didin û nahêlin ku hêzên dagirker bi ser axa Rojava ve pêş bikevin.

Di çarçoveya êrîşên dagirkeriyê de, dewleta tirk a dagirker taxa Eyn Erûs a li başûrê navenda Gire Spî topbaran û bombebaran dike.

Her wiha komeke çeteyên girêdayî dewleta tirk hewl dan ku êrîşî gundê Um El Xêr ê li başûrê rojhilatê Serêkaniyê bikin. Li ser vê yekê jî ji hêla şervanan ve hatin dorpêçkirin. Di çalakiyên şervanan ên li dijî vê koma çete de bi dehan çete hatin kuştin û şerekê giran li herêmê didome. Her wiha li herêma pîşesazî ya Serêkaniyê jî di encama şer û pevçûnan de bi dehan çete hatin kuştin.

Li gorî agahiyan, artêşa tirk a dagirker bajaroka Til Helef a dîrokî ku sivîl lê ne bombebaran kir. Hat zanîn ku di encama bombebarana artêşa tirk de sivîlek şehîd bû û yek jî birîndar bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar