Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Li Serêkaniyê dizî, talan, wêranî û qetil kirin

Welatiyên ji Serêkaniyê koçber bûn da zanîn ku di êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê de wan şahidiya qetilkirina bi dehan sivîlan kiriye. Welatiyan diyar kir ku komên çete mal û milkê gel talan û wêran kiriye û welatiyên vedigerin jî qetil dikin û îşkence dikin

Ji ber êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê, zêdetirî 300 hezar kes ji Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûn. Gelemperiya koçberan li herêmên weke Hesekê, Qamişlo, Reqa û herêmên din ên di bin kontrola HSD’ê de bi cih bûn. Gelek koçber jî li navçeya Şedad a Hesekê bi cih bûn. Li gorî daneyên Meclisa Sivîl a Şedadê heta niha 150 malbat li navçeyê û gundên wê bi cih bûne.

Yek ji van malbatan jî malbata Emîna Dexîm (60) e. Malbata Dexîm ji gundekî Serêkaniyê bûn û ji ber êrîşên dagirkeriyê neçarî koçberiyê bûn. Endamên malbata Emîna Dexîm têkildarî serpêhatiya xwe ji ANHA’yê bi Basim Dexîl re axivîn. Emîne Dexîm anî ziman ku dewleta tirk û çeteyên wê hewl didin malbatên çeteyan li malên wan bi cih bikin û bi vê yekê re jî demografyaya herêmê biguherînin.

‘Me şahidiya qetilkirina bi dehan mirovan kir’

Di berdewamê de jî Dexîl ev tişt destnîşan kir: “Dema ku artêşa dewlet tirk Serêkaniyê topbaran dikir, me şahidiya qetilkirina bi dehan sivîlan kir. Ji ber tirs û qetilkirinê, malbata me bi tenê cilên xwe ji Serêkaniyê derketin. Em niha 5 malbat di xaniyekî de dijîn. Hêviya me ew e ku rêxistinên mirovî û dewletên cîhanê alîkariya me bikin.”

Talan, dizî û kuştin

Ji endamên malbatê Xalid Dexîm jî dibêje ku dema li Serêkaniyê, çeteyên girêdayî dewleta tirk bi dehan kes li ber çavên wan qetil kirin û ev agahî dan: “Dewleta tirk û çeteyên wê mal û milkê welatiyên li malên xwe vegeriyan desteser kirin. Çeteyan mal û milkê wan talan kir, ew bi xwe jî îşkence kirin û qetil kirin. Her wiha depoyên geniman wêran kirin, jenerator dizîn û şandin Tirkiyeyê. Ez bi hin hevalên xwe yên li Serêkaniyê re axivîm. Ji min re gotin; ‘Çete hê jî li bajêrin û ez venagerim. Ji ber ku yên vedigerin qetil dikin û îşkence dikin.’ Ez bang li rêxistinên mirovî û navdewletî dikim ku alîkariyê bidin me da ku li xaka xwe vegerin.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar