Li dijî gefên dagirkeriyê ya dewleta tirk bi hezaran şêniyên herêma Serêkaniyê meşiyan û berê xwe dan ser sînor da ku konê çalakiya mertalên zindî li rojavayê bajêr vedin
Li dijî gefên dagirkeriya dewleta tirk a li hemberî bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran ji pêkhateyên bajarê Serêkaniyê, bajarokê Zirgan û gundewarên wê meşek lidar xistin û ber bi rojavayê bajêr ango li ser rêya bajarokê Til Helefê meşiyan da ku konê çalakiya mertalên zindî, li nêzî sînor vegerin.
Meş ji bazara navendî dest pê kir û ber bi kolanên bajêr û sînor ve çûn. Xwepêşandêran alên HSD`ê û wêneyên şehîdan hilgirtin.
Xwepêşandaran li nêzî sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de ango li rojavayê bajêr, dest bi amadekariyên vegirtina konê çalakiya mertalên zindî kirin.
Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê û Endamê komîteya amadekar a konê mertalên zindî Abdullxenî Oso axivî û wiha got: “Bi gefên Tirkiyeyê yên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, konên çalakiya mertalên zindî hate vegirtin, di vê derbarê de mertalên zindî isbat dike ku şêniyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê xaka xwe ji Tirkiyey dagirker re nahêlin.”
Oso diyar kir ku çalakiyên mertalên zindî dê dewam bikin, şêniyên herêma Cizîrê beşdar bibin û bi awayekî nobedarî be. HESEKÊ