Şervanên HSD’ê bersivên tund dan komên çete yên ku êrîşî Zirganê kirin. Di şer de 22 çete hatin kuştin û 5 wesayîtên çeteyan jî ketin destê şervanan
Hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên DAIŞ û El Nusrayê bi koordîneya balafirên keşfê û bi çekên giran êrîşî Zirganê ya herêma Serêkaniyê kirin.
Çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku li ser êrîşa çeteyan şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî bersivên tund dan û li herêmê şerekê dijwar qewimî. Çavkaniyan ragihand ku di encama pevçûnan de bi qasî ku hatiye zelalkirin 22 çete hatin kuştin û 5 wesayîtên wan jî ketin destê şervanên HSD’ê.
Hat zanîn ku şervanan di şer de her wiha panzêreke çeteyan jî derb kir. Şerê li herêmê bi hemû dijwariya xwe didome. SERÊKANIYÊ