Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Serêkaniyê şerê giran: Herî kêm 24 çete hatin kuştin

Komên çete yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê tevî xwediyên xwe yên artêşa tirk êrîşî gundên Serêkaniyê kir. Hat zanîn ku heta niha herî kêm 24 çete û leşker hatine kuştin û tangek û 2 wesayîtên dagirkeran jî hatin rûxandin

Êrîşên qirkirinê yên hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên El Nusra, El Qaîde, DAIŞ û OSO’yê yên girêdayî dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê bênavber didomin. Di vê çarçoveyê de hêzên dagirker li dijî gundên Serêkaniyê êrîşeke dijwar pêk anîn. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî di çarçoveya mafê xweparastinê de bersivên tund didin hêzên dagirker.

Hat zanîn ku hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê di van kêliyan de êrîşî gundê Bab Xêr ê Zirganê kirin. Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku şervanên HSD’ê di çarçoveya xweparastinê de bersivên tund dan dagirkeran û tangeke artêşa tirk hate teqandin. Hat gotin ku li vê herêmê şer bi hemû dijwariya xwe didome.

Çeteyan derbên giran xwarin

Di heman demê de çavkaniyan diyar kir ku hêzên dagirker ji şevê din ve jî bi çekên giran êrîşî gundên Midbaxa, Mezreya Hemdûş, Dawudiyê, Dirdara, Mubarekiye, Mirekis û Sekeriye yên Serêkaniyê dikin. Şervanên HSD’ê jî di çarçoveya mafê xweparastinê de bersivan didin dagirkeran. Hat gotin ku li gundê Mubarekiyeyê 24 çete hatin kuştin û 2 wesayîtên dagirkeran jî hatin îmhakirin.

Çete neçar man ku paşve birevin

Çavkaniyên ji herêmê bi lêv kir ku îro jî di danê sibehê de çeteyan xwest bikevin gundê Midbaxayê lê şervanan bersivên tund dan û çete neçar man ku paşve birevin. Her wiha çeteyan di danê sibehê de êrîşî gundên Salihe û Til Qertelê kirin. Hat zanîn ku şerê li herêmê bi hemû dijwariya xwe didome û heta niha gelek çete hatine kuştin û birîndarkirin. SERÊKANIYÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar