Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li Serêkaniyê tenê 50 kal û pîrên Kurd û 7 xiristiyan mane

Li Serêkaniyê ya dagirkirî ji bilî 50 kal û pîrên Kurd û 7 xiristiyanan ji ol û baweriyên cuda kes nemaye. Êzidî, Çeçen û etnîkên din jî jê hatine derxistin.

Bi dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê re bi êrişên 9′ê Cotmeha 2019′an re dewleta tirk a dagirker niştecih bi darê zorê koçber kirin û sûc li dijî yên mayî pêk anîn û neçarî koçberiyê kirin.

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê piştî Serêkaniyê dagir kir, hişt ku zêdetirî 150 hezar welatî bi darê zorê koçber bibin. Ew koçber li herêmên Cizîrê û Firatê belav bûne.

Li gorî bîlançoya Komîteya Koçberên Serêkaniyê û Weqfa Hevdestî a Qurbaniyan ku ajansa me bi dest xistiye, koçberên Serêkaniyê li 4 kampan bi cih bûne; Kampa Serêkaniyê, Kampa Waşûkanî ya li Hesekê, Kampa Newroz a li Dêrikê û Kampa Til Semin a li Reqayê.

Li gorî bîlançoya Komîteya Koçerên Serêkaniyê, hejmara koçberên li Kampa Serêkaniyê 2 hezar û 575 malbat, li Kampa Waşûkanî 2 hezar û 362 malbat, li Kampa Til Semin 8 malbat in. Li Kampa Newroz jî 2 hezar û 709 kes hene.

Hejmara welatiyên Serêkaniyê yên bi darê zorê koçber bûne ji sedî 85 e û Kurdên li bajêr mane nêzî 50 kes in û piranî temenmezin in. Xiristiyanên li bajêr jî 7 kes in. Êzidî jî tune ne û li 16 gundan belav bûbûn. Pêkhateya Çeçen û etnîkên din jî ji bajêr bi temamî koçber bûne.

Koçberên Serêkaniyê yên bi darê zorê di rewşên zehmet de koçber bûne, êşan dikişînin, nexasim li kampan. Alîkariyên navneteweyî û mirovî lê tune ne. Rewşa koçberên li bajar û bajarokan belav bûne jî ji yên kampan ne cudatir e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar