Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li Serêkaniyê û Kaniya Xezalan çi diqewime?

Di roja sêyemîn a êrîşên li dijî Rojava li ser sînor pevçûn dijwar dibin. Li navçeyên Serêkaniyê û Kaniya Xezalan ên Rihayê welatî ji ber şer malên xwe terk dikin

Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî bajarên Rojava di roja 3’yemîn de didome. Li ser sînorên navçeyên Serêkaniyê û Kaniya Xezalan ên Rihayê pevçûn dijwar dibin. Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) bênavber ji her du navçeyan guleyê hawanê û topan diavêjin Girê Spî û Serêkaniya binxetê. Her wiha gund tên topbarankirin û bombebarankirin.

Êrîşên dagirkeriyê yên TSK’ê û komên selefî yên girêdayî wê metirsî xistin nava xelkê Serêkaniya serxetê û Kaniya Xezalan. Li her du bajaran jî sivîl dibin hedef birîndar dibin û jiyana xwe ji dest didin.  Ji ber pevçûnên diqewimin navçeyên Serêkaniyê, Kaniya Xezalan, Pirsûs, Bêrecûk û Wêranşar ên Rihayê veguherîne qada şer. Piştî ku operasyona bejahiyê ya dagirkeriyê hat destpêkirin şaredariyên Kaniya Xezalan û Serêkaniyê “sirûda mehter” lêdan û bi xelkê dan guhdarkirin. Li gel van her du navçeyan li navçeyên din hema bêje li serê her koşeyî nokteyên lêgerîn û ewlehiyê hatine avakirin.

Xelkê malên xwe terikand

Ji navçeyên Serêkaniyê û Kaniya Xezalan ji ber pevçûnên dijwar diqewimin gel malên xwe terk dikin. Hema bêje nîvê welatiyên her du navçeyan malên xwe terk kirine û vala bûne. Polîsan bi darê zorê xelkê li ser taxên sînor ên navçeya Serêkaniyê derxist û vala kir. Welatiyên Serêkaniyê li navenda Riha û navçeyên Wêranşar û Siwêregê bicih dibin. Piştî welatiyan malên xwe terk kirin li navçeyê tenê dengê teqînan tê.

Mamosteyan jî navçeyê terk kir

Mamosteyên li navçeyê ders didan jî ji navçeyê veqetiyan. Destûrên peywîrdarên tenduristiyê û çandiniyê heta fermana duyem hatin betalkirin. Li navçeyê ji bilî sewqiyat û tevgera leşkerî tiştek din xuya nake. Hema bêje ji 10 deqîqeyan carek ji hoperlorên şaredariyê bang tê kirin. Destûr nayê dayîn welatî derkevin ser banên xwe. Leşker û polîs li ser banan bicih bûne û guleyan berdidin aliyê Serêkaniyê ya binxetê.

‘Şer her tim me dibîne’

Welatiyên li Serêkaniyê malên xwe neterikandine jî di nava tirs û endîşeyên mezin de ne. Şêniyên navçeyê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîn û diyar kirin ku yên derfetên wan hene navçeyê terk dikin û yên derfetên wan nîne jî bi şer re rû bi rû mane. Welatiyan anî ziman ku heta îro tu zirarek û tehdîtek ji Serêkaniya binxetê ji bo wan çênebûye û wiha bertek nîşan dan: “Bi fermana şer re pevçûnan dest pê kir. Her tim şar me dibîne.”

Li Kaniya Xezalan jî heman rewş heye

Rewşa navçeya Kaniya Xezalan jî ji navçeya Serêkaniyê ne cudatir e. Li Kaniya Xezalan jî heman tablo heye. TSK û komên çete yên girêdayî wê ji Kaniya Xezalan bi çekên giran mîna top, hawan û obusan êrîş dibin ser navçeya Girê Spî ya Rojava. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî bi çekên wek hawan û roketan bersiv didin TSK’ê û çeteyên wê.

Ji ber top û hawanên li navçeyê dikevin 2 welatî jiyana xwe ji dest dabûn. Pevçûnên dijwar dibe sedema metirsiyek mezin di nava gelê Kaniya Xezlan de. Ji duh ve koçberiyê li Kaniya Xezalan dest pê kir û hema bêje ji sedî 80 navçeyê vala bûye. Hêj hin welatî li navçeyê mane û di nava tirsê de ne.

Bênavber di hoparlorên şaredariyê de bang têk irin û tê xwestin welatî ji ser sînor dûr bimînin.

Seranserî rê sewqiyata leşkerî heye

Hin rêyên diçin Kaniya Xezalan û Serêkaniyê ji aliyê leşker û polîsan ve bi temamî hatine girtin. Bi otobusan çeteyên OSO’yê vediguhezînin her du navçeyan jî.

Her wiha li ser sînor Pirsûsê jî bi yekîneyên leşkeriyê re tank, topên obusê, maşîneyên zirxî, cebilxane, alîkariya lojîstîk û malzemeyên medikal tên veguheztin. Seranserî rêya navçeyê kamyon û TIR’ên malzemeyên leşkerî sewq dikin tên dîtin. Sewqiyat di bin ewlehiyek zêde tên kirin. Li navenda navçeya Pirsûsê jî tedbîrên zêde hatine girtin.

Li taxa (bajarok) Elîgorê ya bi ser navçeya Pirsûsê de jî tedbîrên ewlehiyê hatine girtin. Wesayîtên welatiyan tên lêgerînkirin û nasnameyên wan tên kontrolkirin. Welatî piştî sekinandinek dirêj û lêgerînek zêde tên berdan.

Çapemeniya kurd tê astengkirin

Gelek rojnamegerên herêmî û biyanî jî geşedanên ser xeta sînor dişopînin. Walîtiya Rihayê ji bo çapemenî dikaribe bi hêsanî operasyonê bişopîne girek li navçeya Kaniya Xezalan amade kir. Tenê rojnamegerên akredîte dikarin bigirin hildidin vî girî. Akredîtasyonê nadin endamên çapemeniya kurd û nahêlin li ser wî girî weşanê bikin. Hêjayî gotinê ye mirov dikare bêje ku çapemeniya kurd li herêmê tê astengkirin. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar