Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li Serhed û Garzanê çalakiyên gerîlayan

Gerîlayên HPG/YJA Star li Serhed û Garzanê derbên xurt li artêşa tirk da û di çalakiyên gerîlayan de biqasî ku hatiye zelalkirin 21 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên li Serhed û Garzanê agahî da.

HPG’ê da zanîn ku çalakiyên hêzên wan ên di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanîn a li Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike û ev agahî parve kir: “Roja 19’ê cothemê saet di navber 10:30 û 15:20’ê de hêzên me, li dijî wesayîtên kar ên artêşa TC’ê ya li derdorî Girê Partîzan du çalakî pêk anîn. Di vê çalakiyê de du wesayîtên kepçe hatin derbkirin û hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehate zelalkirin. Roja 20’ê cotmehê saet di 07:50’î de jî hêzên me li dijî hêzên dagirker ên li Girê Partîzan bi cih bûbûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de bi xurtî li çeper û kozikan hate xistin, di vê çalakiyê de jî hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehate zelalkirin.”

Li Colemêrg û Agiriyê çalakiyên gerîlayan

Di daxuyaniyê de HPG’ê diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roj 20’ê cotmehê li dijî yekîneyên artêşa tirk a li Girê Xereqol a navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîne lê hejmarên leşkerên kuştî û birîndar nehatine zelalkirin û wiha domand: “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî ya li Eyaleta Serhedê dom dike de, roja 20’ê cotmehê saet di 08:30’î de li dijî wesayîta bi tîna amarog û wesayîta zirxî ya kîrpî ji qereqolê derdiket û klubeya nobedê ya Qereqola Vedat Ozkaya ku girêdayî navçeya Bazîd a Agiriyê operasyoneke şoreşgerî hatiye destpêkirin. Di vê çalakiyê de ku ji 3 baskan ve bi xurtî li dijîmin hate xistin, wesayîta zirxî û amarog hatin rûxandin û tankek li nava qereqolê jî hate derbkirin. Di vê çalakiya bi dorfireh hate kirin de 18 leşker hatin kuştin. Artêşa TC’ê piştî çalakiyê bi helîkopter û balafirên keşfê kuştî û birîndarên xwe bi gelek helîkopterên skorsky ji qadê rakirin. Yekîneyên me yên çalakî kirin bi saxî û silametî vegeriyan baregehên xwe.”

Li Bedlîsê 3 leşker hatin kuştin

Her wiha HPG’ê destnîşan kir ku roja 20’ê cotmehê li devera Şehîd Mizgîn a Bedlîsê di navbera hêzên wan û artêşa tirk de şer qewimiye û daxuyaniyê wiha bi dawî bû: “Di vî şerî de ku gelek leşkerên tirk hatin kuştin û birîndarkirin, hejmara kuştî û birîndaran nehate zelalkirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê li qadê dest bi operasyonekê kirin. Hêzên me roja 21’ê cotmehê ango îro saet 06:00’an yekîneyeke ya operasyonê hatiye kontrolkirin û hatiye lêxistin. Di vê çalakiyê dek ku ji nêz ve li dijmin hatiye xistin, 3 leşker hatine kuştin, gelek leşker jî birîndar bûne. Artêşa TC’ê ya piştî çalakiyê kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine, bêyî ku bi encamek bigirin ji qadê vekişiyane.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar