Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Li Serhed û Heftanînê 7 dagirker hatin kuştin

Li herêmên Serhed û Heftanînê di çalakiyên gerîla de 7 leşkerên tirk ên dagirker hatin kuştin. Li Serhedê dagirker ji çeperan reviyan, li Heftanînê jî 2 çeper hatin rûxandin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir: “Hêzên me yên li eyaleta Serhedê ji bo silavkirina 27’ê Mijdarê Cejna Vejînê ku salvegera damezirandina partiya me ye, bi taktîkên gerîla yên serdema nû çalakî li dar xistin.

Li gorî agahiyên gihîştin ber destê me detayên çalakiyan wiha ne:

1’ê mijdarê artêşa tirk a dagirker li qada Demîrkapi ya herêma Glîdaxê ya Agiriyê bi yekîneyên veşartî dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir. Hêzên me heman rojê yekîneyeke veşartî ya li qadê şopand. Dagirkerên ku hat kontrolkirin, roja 2’ê mijdarê saet di 17:00 de bûn hedefa çalakiya gerîla ya bi koordîne ya ji du baskan ve. Di encama çalakiyê de dagirkerek hat cezakirin.

25’ê mijdarê li herêma Glîdaxê ya Agiriyê, yekîneyeke dagirkeran a veşartî ji aliyê hêzên me ve hat kontrolkirin. Hêzên me heman rojê saet di 09:30’î de li du çeperên dagirkeran xistin. Ev çalakiya gerîla ji 2 baskan ve bi koordîneyî hat kirin. Tîmên me yên êrîşê bi lez bi ser çeperan de girtin û di nava 10 deqeyan de çeperên dagirkeran hatin xistin. Herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin. Dagirkerên mayî jî ji çeperên xwe reviyan.

Hêzên me yên ku ev çalakî li dar xistin û derbên giran li dagirkeran xistin, bêyî ku windahiyê bidin ji qada çalakiyê vekişiyan.

Li Heftanînê 2 çeper hatin rûxandin

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê;

17’ê kanûnê saet di 12:30’î de li rêzegirên Koordîne yên qada Pîrbilayê, hêzên me yên YJA Starê li çepereke dagirkeran xistin. Di encama vê çalakiyê de çeperek hat îmhakirin, dagirkerên tê de hatin cezakirin.

19’ê kanûnê saet di 09:30’î de li dijî dagirkerên li Girê Koordîne yê li qada Pîrbilayê careke din çalakî hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin, çepereke dagirkeran hat îmhakirin.

Êrîşên dagirkeriyê

16’ê kanûnê saet di 19:45’an artêşa tirk a dagirker bi balafirên şer qada Kafya ya herêma Garê bombe kir.

16, 17 û 18’ê kanûnê artêşa tirk a dagirker li herêma Zapê qadên Girê Şehîd Şahîn, Girê Karker, Çiyayê Rêş, Şehîd Rustem, Çemço û Kunîşka bi balafirên şer bombebaran kir.

19’ê kanûnê saet di 17:45’an de artêşa tirk a dagirker li herêma Zapê bi balafirên şer bombe li qadên Şikefta Birîndaran û Karker barand.

Di van êrîşên artêşa tirk a dagirker de yên bi balafirên şer hatin kirin, tiştek bi hêzên me yên gerîla nehatiye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar