Navenda Nûçeyan
Walîtiya Êlihê 58 û Walîtiya Sêrtê jî 8 herêm bi hinceta “Herêma Ewlekariya Leşkerî ya Demborî” qedexe kirin.
Walîtiya Sêrtê, di daxuyaniya da de diyar kir ku 8 herêmên girêdayî navçeyên Berwarî, Dihê û Hewîlê heya dawiya salê weke “Herêma Ewlkeriya Leşkerî ya Demborî” îlan kirine. Walîtiyê ev biryara xwe ya qedexeyê bi Qanûna Serokkomariyê ya Jimara 3399’an ve girê da.
Walîtiya Êlihê jî daxuyaniyek da û got ku 58 herêmên girêdayî navçeyên Sason, Heskîf û Hezoyê heya dawiya salê bi hinceta ‘Herêmên Ewlekariyê ya Demborî’ qedexe kirin.