Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Sêrt û Rihayê starta 8’ê Adarê hat dayîn

Navenda Nûçeyan |

Amadekariyên ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li her derê didomin.

Di çarçoveya van amadekariyan de Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a HDP’ê ya Sêrtê starta 8’ê Adarê li Geliyê Botanê dan. Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik, Dayikên Aştiyê û aktivîstên TJA’yê tev li daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji aliyê parlamenter Meral Daniş Beştaş ve hat dayîn. Beştaş bal kişand ser çêkirina bendavan û diyar kir ku îktîdara AKP’ê  li ser navê xweşikbûnê xwezaya dîrokî dikuje û wiha got: “Em starta xwe li gundên ku di bin avê de ma ne didîn. Me ev der hilbijart. Ji ber ku wekî hûn jî dibînin li vir komkujiyeke xwezayî heye. Li gel vê komkujiyê wê êşên giran bên kişandin. Komkujiya xwezayê li ser xweşikbûnê pêk tê. Dixwazin bi vê polîtîkayê qirkirina xwezayê meşru bikin. Wekî Heskîf Geliyê Botan jî bi tunebûnê re rû bi rû ye. Li ser erdnîgariya me li dijî hebûna me êrîşên giran hene. Em vê qebûl nakîn. Em ê li dijî talankirina xwezayê, dîrokê û çandê li her deran têbikoşîn û li dîroka xwe, xwezaya xwe û  çanda xwe xwedî  derkevîn.”

Di dawiya axaftina xwe de Beştaş bang li hemû jinan kir ku li qadên 8’ê Adarê xwedî mafên xwe derkevin û wiha bi dawî kir: “Rojeva me ya herî sereke mafên jinan e. Em jin dixwazîn bijîn. Îro li her derên Tirkiyeyê jin tên kuştin û bi tundiyê re rû bi rû ne. Em jin pêşengên civakê ne. Heta ku em jin azad nebin û wekhev nejîn demokrasî ne pêkan e. Polîtîkayên AKP’ê li dijî azadî û wekhêviya jinan e. Lê em wekî Meclisa HDP’ê li her deran gotinên xwe bibêjîn. Em li Geliyê Botan starta xwe ya 8’ê Adarê didîn û bang li hemû jinên Sêrtê dikin ku werin em mil bi mil têbikoşîn. Em li vir in û em ê li her derê bin.”

8’ê Adarê diyarî Gulistan Doku kirin

Bi heman armancî Platforma Jinan a Rihayê li Komelaya Jinan a Jiyanê starta 8’ê Adarê da. Parlementera HDP’ê Ayşe Surucu, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Sendîkaya Tenduristiyê (SES) û bi jimarek zêde jin tev li daxuyaniyê bûn. Li ser navê platformê ji baroya Rihayê parêzer Mîhrîban Çelîk axivî.

Çelîk diyar kir ku ew 8’ê Adara 2020’an diyarî Gulistan Dokû dikin û wiha got: “Em ê di 1 – 7’ê adarê de bernameyek têr û tijî derbas bikin, em ê weke jinên bi hêz ên Rihayê ji bo têkoşîna azadiya jinê bigihê astek herî mezin di berxwedanê de bin.”

Her wiha Çelîk dîroka 8’ê Adarê bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “149 jinên di têkoşîna azadî, kedê, wekhevî û demokrasiyê de mafê xwe yê grevê pêk dianîn ku ji aliyê karsazan ve di fabrîqayê de hatin girtin û şewitandin. Lê çiqas êrîş li dijî me pêk bên jî em dizanin ku jin hêza xwe ji yekitiyê û rêxistinbûnê digirin.  Em ê bi vê zanabûnê yekbûn û hêza xwe bikin yek û rêxistina xwe mezin bikin. Em hemû jinên di têkoşîna azadiyê de ked dane silav dikin û berxwedana wan bi rêzdarî bi bîr tînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar