Polîsên dewleta tirk li navçeya Misriç a Sêrtê bi ser gelek malan de girt û 6 welatî binçav kirin. Ji welatiyên hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin û lêpirsîna sê welatiyan jî didome
Hêzên dewleta tirk di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, li navçeya Misriç a Sêrtê ji duh û îro bi ser gelek malan de girt. Di encama serdegirtina malan de 6 welatî hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku welatiyên bi navên Hakan Selam, Ramazan Olam û Alî Oguz ên di nava kesên hatibûn binçavkirin de, piştî lêpirsîna wan a li ewlekariyê bi dawî bû, sewqî Edliya Sêrtê hatin kirin.
Welatiyên ku cezayê girtîgehê der barê wan de hatibû teqezkirin, piştî cezayê wan li rûyê wan hat xwendin, hatin girtin. Lêpirsîna 3 welatiyên ku navên wan nehat zanîn ku li Midûriyeta Polîsan a Sêrtê berdewam e. SÊRT