Îro serê sibe bi pîleya 5.1 li navçeya Misircê ya Sêrtê erdhej pêk hat. Piştî erdhejê li gundê Aynderê yê girêdayî bajaroka Zorqeydê di avahiyan de xesar çêbûn. Minareya gundê hilweşiya. Hat hînbûn ku xesarên bi heman rengî li gelek gundên navçeyê hene. Ji ber pîleya bilind a erdhejê ji zinarên çiyayan parçe hilweşiyan ser rêya di navbera Sêrt û Bedlîsê û rê ji trafîqê re hat girtin. Ji bo vekirina rê xebat hat destpêkirin. SÊRT