Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li Şîban ê ji helîkopterê avêtin 7 sal û 6 meh ceza birîn

Di danişîna derbarê Osman Şiban ê li Wanê ji helîkopterê avêtibûn û giran birîndar bû bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye vekirin de 7 sal û 6 meh ceza lê hate birîn.

Danişîna duyemîn a doza Osman Şiban ku li navçeya Şaxê ya Wanê hatibû binçavkirin û leşkeran wî ji helîkopterê avêtibû hat lidarxistin. Şiban bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin. Di danişîna li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê pêk hat de li Şiban 7 sal û 6 meh ceza hate birîn. Di danişîna ku Şiban tev li nebû de parêzerê wî amade bû.

Dozger mutalaaya xwe ya danişîna beriya vê dubare kir û ji “endamtiya rêxistinê” ceza xwest. Piştî parastinên hatin kirin, dadgehê ji Şîban re 6 sal ceza birî. Di biryarê de sedem weke “çawaniya pêkanîna sûc, dem û cihê sûc lê hatiye kirin, dijwarbûna niyeta sûc, giraniya zerar û xeteriyê” hincet hate nîşandan.

Dadgehê pişt re ceza zêde kir û 9 sal û cezayê hefsê birî. Dadgehê dû re ceza daxist û 7 sal û 6 meh ceza birî. Di biryarê de hate diyarkirin ku qedexeya derketina derve wê berdewam bike. Parêzer wê îtîrazî biryarê bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar