Li Sîbîryayê sere gurekî mezin a beriya 32 hezar salan hate dîtin. Mirovên zana diyar kirin ku mejî û diranên gur hê saxlem in
Li Yakutistanê ya dikeve Rojhilatê Sibîryayê serê gurekî mezin ê beriya 32 hezar salan hate dîtin.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Akademiya Zanistê ya Yakutistanê, seriyê ku dişibe yê serê mamudan ku bi kevil li ser, li ber qiraxê çemekê hatiye dîtin.
Seriyê gur ê ji aliyê keseke bi peya diçû ve hate dîtin, mejî û diranên wî hê saxlem bûn.
Seriyê ku radestî Akademiya Zanistê hate kirin, ji aliyê paleontologên rûsî û japonî ve hate lêkolînkirin. Mirovên zana, ragihandin ku seriyê gurekî ku beriya 32 hezar sal e ku bi navê Canîs Dîrûs tê pênasekirine.
Ev seriyê ku di çapeke 41,5 santîmetreyî de ye, di rewşa heyî de bi qasî nîva bedana gurekî ye. Di rewşa niha de bedena gur bi giştî di navbera 66 li gel 86 santîmetre de tê guhertin.
Akademiya Zanîstî bi daxuyaniyek ragihandin ku Canîs Dîrûs gurekî pir mezin e û gotin ku mejiyê gur saxlem e û hemû diranên wî jî hatine parastin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev keşf sersûrman e û hat gotin ku çerm û kulavê heyî jî hatiye parastin.
Ji Akademikya Zanistî ya Yakûtistanê Albert Protopopov da zanîn ku cara yekem e ku bermayên gurekî ku ji çerxa Pleîstonsenê ku bi kevilê xwe ve parastî hatiye kefşkirin û diyar kir ku ji bo bê ka çawa hatiye guhertin û bedena wî çawa bûye dê bi gurên deme re bînin beramberî hev.