Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Sidekanê 23 leşkerên tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê çalakiyên hevdem birin ser qada ku artêşa tirk li herêma Sîdekanê ya başûrê Kurdistanê dagir kirine. HPG’ê destnîşan kir ku di çalakiyê de herî kêm 23 leşkerên tirk hatine kuştin

Navenda  Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand hêzên wan li dijî hêzên tirk ên dagirker 16’ê Adarê çalakiyên hevdem kirine. HPG’ê di daxuyaniya ku da de ev tişt ragihand:  ”Di 16’ê adarê seat 06.30’an de hêzên me li başûrê Kurdistanê, li girê Kevortê û Elîdirêj ê Lêlikan a Sîdekanê bi hevdemî çalakiyek li dijî artêşa TC’ê ya dagirkir kirine.”

Gerîlla TV jî dîmenên van çalakiyan weşand. Di dîmenan de tê dîtin ku gerîla heta bin mewziyan diçin û çalakiyê dikin.

HPG’ê têkilî çalakiyê bi berfihehî wiha got: ”Hêzen me ji çar aliyan ve, li Girê Kevortê derbên serkeftî li yekîneyên dijmin xistine. Hêzên me ku bi şerekî fedaî bi ser çeperên dijmin de çûne, 10 çeperên li serê gir bi temamî rûxandine û li serê gir, 1 jê fermandarê gir 23 leşker kuştine û 10 leşker jî birîndar bûne. Hêzên me çeper û stareyên hêzên dijmin ên li girê Lêlikan û Elîdirêj dane ber guleyan, gelek çeper hatine rûxandin, li van deran çend leşkerên dijmin mirine û çend birîndar bûne, nehatiye tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker hi helîkoptêrên êrîşê û balafirên şer Girê Kevortê, Çemê Lolanê, Çemê Xakurkê, qadên Faxir û Lêlikê bombe kirine û gelek leşkerên xwe yên kuştî û birîndar bi helîkoptêrên Skorskyê rakirine Şemzînanê. Di vê çalakiya berfireh de 5 hevalên me yên ku li dijî hêzên dijmin heta guleyên xwe yên dawî bi lehengî şer kirine, şehîd bûne. Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên şehîd piştre bi raya giştî re wê werin parvekirin.”

Medyaya tirk berevajî dike

Di berdewama daxuyaniyê de HPG’ê bal kişand ser berovajîkirina medyaya tirk û ev tişt aşkera kir: “Medyaya şerê taybet a tirk ku hemû rastiyan berevajî dike, vê çalakiyê jî berevajî dike; ji aliyekî ve nûçeyên wiha dide ku dema operasyonê şer derketiye û ji hêla din ve jî dibêje, windahiyên wan kêm in û hewl didin ên hêzên me jî zêde nîşan bidin. Ev çalakî, çalakiyeke wiha ya hêzên me yên gerîla ye ku bi hostatiyeke mezin a taktîkî û bi derbên fedaî, li nav qadên herî ewle ên nav dijmin pêk hatiye. Gelê me li bara nûçeyên hêmanên şerê taybet divê bihistyar be.”

Li Agirî çalakiya suîkastî

HPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de jî çalakiya hêzên xwe yên li Agiriyê wiha ragihan: “Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Serfiraziyê, ya ku li Eyaleta Serhedê didome, di 16’ê Adarê saet 21.00’an de, li Bazid Agiriyê, li dijî Qereqaola Vedat Ozkaya li dijî leşkeran çalakiyeke suîkastê hatiye kirin. Di encama vê çalakiyê de 1 leşkerê dijmin hatiye kuştin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar