Li Silêmaniyê welatiyên ku xwestin Komkujiya Parîsê şermezar bikin rastî êrîşa asayîşa Silêmaniyê hatin. Derdora 50 çalakvanên ku piraniya wan jin in hatin binçavkirin
Bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) welatiyan xwestin li Parka Azadiyê sê jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ku li Parîsê hatibûn qetilkirin bi bîr bînin rastî êrîşa asayîşa Silêmaniyê hatin.
Di encama êrîşa asayîşê de derdora 50 çalakvanên ku piraniya wan jin in hatin binçavkirin. Di nav kesên hatine binçavkirin de rêveberên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê jî hene. Her wiha hêzên asayîşê dest danîn ser telefonên wan jî. SILÊMANÎ