Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Li Silemaniyê alozî mezin dibe

Di van rojan de, li başûrê Kurdistanê rojeva sereke, bûyerên ku li Silêmanî di qewimîn e. Ev alozî wiha ne jî rêzê ye. Dê bi xwe re gelek hevsengiyan biguherîne.  Ger Wiha berdewam bike dê Silêmanî tevlihev bibe.

Wekî tê zanîn, di 8’ê tîrmehê de hêzên girêdayî Bafil Talabanî, serokê îstîxbarat û asayîşê ku girêdayî Lahor Şêx Cengî ne, binçav kir. Paşî jî dest danî ser hîn şirket û pereyên Lahor Cengî. Lahor Cengî ji hemû peywirên xwe hat dûrxistin, an jî jibo ku alozî kûrtir nebe Lahor Cengî got min ji hemû peywirên xwe feregat kir. Lê alozî li vir nesekinî.

Di 2’yê Tebaxê de, Bafil Talabanî xwest Lahor Şêx Cengî başûrê Kurdistanê terk bike. Ger terk neke, dê der heqê wî de biryara girtinê derxîne. Lahor li dij vê yekê derket û got ew ê heta dawiyê li Kurdistanê û li cem gelê kurd be. Li ser vê yekê, dadgeha Silêmanî, biryara girtina Lahor Şêx Cengî da. Lahor Şêx Cengî jî bang li alîgirên xwe kir ku werin mala wî ya ser Çinarê. Gelek hêzên pêşmerge, parastin, asayîş û alîgirên Şêx Cengî, dora mala wî girtin û dorpêç kirin. Bi çekên giran û ferdî wêneyan parve kirin. Lahor Cengi îdia kir ku di 4’ê tebaxê de hîn hêzên girêdayî PDK’ê û Bafil Talabanî xwestine êrîşê mala wî bikin. Xwedîderketina gelê Silêmanî ev yek niha vala derxistine.

Têkoşîna di navbera Bafil Talabanî û Lahor Şêx Cengî de, ne îro dest pê kiriye. Hêj di kongreya ku di 21’ê kanûna 2019’an de hatibû lidarxistin, destpê kiribû. Kongreya asayî ya YNK’ê divê di adara 2013’an de bihata çêkirin lê  ji ber pirsgirêkê navxweyî, her tim dihata taloqkirin. Herî dawî cara yekem YNK bê mam Celal kongra ya xwe Ya yekemîn pêk anî. pirsgirêkên di nav YNK’ê de hem pêşiya kongreye hêm jî pişt kongreyê berdewam kir. Herî dawî ji bo çareserkirina pirsgirêkan, pergala hevserokatî hat pejirandin. Pergala hevserokatî ne bi awayek hişmendî û pergalî hat pejirandin. Ji ber ku alozî û şerê desthilatdarî bide seknandin hat pejirandin. Piştî kongreyê jî şerê desthilatî di navbera Lahor Şêx Cengî û Bafil Talabanî de berdewam kir. Hin qadroyên berê yên wek Qosret Resûl û Mele Bextiyar jî tev li vê şerê deshilatiyê bûn. Herî dawî hemû aliyên ku di nav YNK’ê de ne, li Lahor Şêx Cengî bûn yek. Wî ji peywirê girtin û niha jî dixwazin başûrê Kurdistanê terk bike.

Bafil Talabanî îdia dike ku Lahor Şêx Cengî qaçaxçîtiya petrolê dike, ji mirovan bertîl distîne û sîxur xistiye mala wan. Weke din Rêveberiya Herêma Kurdistanê nas nake.

Lahor Cengî jî îdia dike ku ew bi awayek neteweyî tevgeriya ye. Ji ber ku bûye alîgir ji hemû têkoşîna parçeyên Kurdistanê, ew jî aliyê Erdogan gef lê hatiye xwarin. Ev darbeya ku li hember wî hatiye plankirin, li pişt perde Tirkiye û PDK hene. Îdia dike ku Neçîrvan Barzanî bi destê Qubat Talabanî ev darbe li pêş xistiye. 3’yê Tebaxê dema ku alîgirên Lahor Şêx Cengî, li derdora mala wî kom bibûn, peyamên wî pir balkêş bûn. Peyamên neteweyî û li dij PDK dihat dayîn. Ev gotinên wî bi taybet pir bala raya giştî ya Silêmaniyê kişand. Ji ber ku Silêmaniyê xwe bi siyasî, civakî, çandî her tim li dij Hewlêr dibîne.

Xuya ye ku di navbera Lahor Şêx Cengî û Bafil Talabanî de şerek desthilatî heye  û dîsa xuyaye ku di navbera wan de cudabûnên xeta polîtîk jî heye. Hêzên herêmî jî dixwazin ji vî aloziyê feyde bigirin û li gor berjewendiyên xwe bi kar bînin. Ji ber vê yekê jî destê gelek hêzan di vê bûyerê de heye. Lê ev bûyer tenê ne li gor berjewendiyên Îngilistan û DYA’yê ne. Ji ber ku ev her du hêz, dixwazin federasyona Herêma Kurdistanê were parastin û parçebûyî ji nav hêzan were rakirin. Dixwazin Hewlêr û Silêmanî bibin yek û saziyên xwe yên yekitiyê ava bikin. Lê ya niha Hewlêr û Silêmanî jî hev pir dûr in û parçe ne. Wekî din sedema şerê deshilatiya Silêmanî û Hewlêrê jî di nav xwe de, bûye du beş. Dê ev rewş çawa bibe û li ku bisekne yan wê berdewam bike, ne diyar e. Xwedê zane.

Nûçeyên Têkildar