Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Silêmaniyê di bin çavan de greva birçîbûnê

Asayîşa YNK’ê ya li Silêmaniyê duh êrîşî çalakvanên ku dixwestin Komkujiya Parîsê şermezar bikin, kir. Di êrîşê de 52 kes hatin binçavkirin û şevê din ji van 5 kes hatin berdan. Hat zanîn ku ji bo şermezarkirina helwesta asayîşê, 47 welatiyên di bin çavan de dest bi greva birçîbûnê kirin

Ji bo protestokirina Komkujiya Parîsê ya di 9’ê çileya sala 2013’yan de ku di encamê de yek ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), nûnera KNK’ê ya Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) hatibûn qetilkirin, welatiyên Silêmaniyê duh xwestin li Parka Azadî çalakiyekê li dar bixin. Di çalakiyê de gelek welatî û nûnerên partî û rêxistinên siyasî jî amade bûn. Lê asayîşa Silêmaniyê êrîşî girseyê kir û herî kêm 52 kes binçav kirin.

Hat zanîn ku ji kesên hatin binçavkirin, şevê din çend jinên çalakvan hatin berdan û 47 kes jî hîn di Girtîgeha Kanî Gomeyê de tên girtin. Li gorî agahiyan, li dijî vê helwesta hêzên asayîşê 47 welatiyan jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Êrîşên YNK’ê zêde bûn

Di nav kesên hatine binçavkirin de rojnamevan û pêşkeşvanên Aryen TV’ê Selah Xidir û Kelsûm Huseyîn jî hene. Hêjayî bibîrxistinê ye ku di demên dawî de piştî hevdîtinên YNK’ê yên bi dewleta tirk re, bi taybetî jî li herêmên di bin kontrola YNK’ê de li dijî hêzên muxalîf êrîşên dijwar tên kirin. Di vê çarçoveyê de YNK’ê buroyên Tevgera Azadî û RJAK’ê yên li Silêmanî, Qeladizê û Ranyayê girtibûn. Êrîşên YNK’ê yên di demên dawî de, ji hêla dewleta tirk ve jî tên pîrozkirin. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar