Li bajarê Silêmaniyê jinên panber berhemên xwe di pêşangehê de nîşandan. Pêşangeh rastî eleqeyek mezin hat
Li Familî Mola bajarê Silêmaniyê ji aliyê Rêxistina Xelk a ji bo Geşepêdan (PDO) bi alîkariya Rêxistina TERRA TECH pêşangehek berhemên jinên penaber hate vekirin. Di pêşangehê de berhemên karê 25 jinan hatin nîşandan.
Jina bi navê Sena Nasir ku bi xwe ereb e û ev 4 sal e li Silêmaniyê dijî, axivî û wiha got: “Ez bi beşdarbûna vê pêşangehê gelek kêfxweş im. Ez niha dikarim bi berhemên xwe debara jiyana xwe bihêz bikim û li zarokên xwe binêrim.” SILÊMANÎ