Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Li Silêmaniyê sûîqastek din pêk hat

Li bajarê Silêmanî yê başûrê Kurdistanê li dijî endamekî Komeleya Karkeran a Mezopotamyayê êrîşa sûîqastê hat kirin. Wek tê zanîn ev sûîqast ji aliyê PDKû dewleta tirk tê organîzekirin.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, li Silêmaniyê li dijî endamekî Komeleya Karkeran a Mezopotamyayê êrîşa çekdarî pêk hat.

Endamê komeleyê ku navê wî nehat zanîn, piştî êrîşê birin nexweşxaneya Şoreşê. Hat diyarkirin ku rewşa wî giran e.

Hîna nayê zanîn ku êrîşkar kî ye û ka hatiye girtin an na. Lê tê texmînkirin ku ev sûîqast jî wek yê beriya xwe ji aliyê dewleta tirk û PDK’ê ve û bi destê tetîkkêşên Hîzbulahê pêk hatiye.

Li gorî agahiyan navê kesê êrîş lê hatî kirin, Huseyîn Arasan e û xelkê Mêrdînê ye. Huseyîn Arasan li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê di sala 1978’an de ji dayik bû. Li gorî agahiyan Huseyîn Arasan ji ber doza siyasî demek bû ji neçarî derbasî başûrê Kurdistanê bûbû û niştecihê Silêmaniyeyê bû.

Li gorî agahiyan 3 gule li bedena endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ketiye û rakirine nexweşxaneyeke li Silêmaniyeyê. Li gorî agahiyan rewşa birîndar girane.

Êrîşa sûqestî li ber derê komeleyê pêk hat û nayê zanî ji aliyê kê ve hatiye kirin.

Heta niha derbarê êrîşê de tu daxûyaniyek fermî nehatiye belavkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar