PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Li Silêmaniyê welatiyek dest bi rojiya mirinê kir

Li bajarê Silêmaniyê welatiyê bi navê Merwan Memduh Ozdemîr li dijî tecrîda girankirî ya li ser Ocalan dest bi rojiya mirinê kir

Greva birçîbûnê ya li Komela Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin di roja 154’an bi biryardarî dewam dike. Li dijî tecrîd û bêdengiya dewleta tirk bi heman armancê li Komela Karkerên Mezopotamya li bajarê Silêmaniyê welatiyê bi navê Merwan Memduh Ozdemîr yê ku ji bajarê Colemêrgê ye dest bi rojiya mirinê kir.

Çalakger Ozdemîr li ser armanca çalakiya xwe ya rojiya mirinê daxuyaniyek çapemeniyê da û wiha got: “Dewleta tirk bi tecrîda li ser Rêber Ocalan dixwaze paşeroja gelê kurd tarî bike. Rêber Apo ne rêberek ji rêzê ye. Bi salan e ji bo azadiya gelê kurd û bindestan têdikoşe. Rêberê gelek e. Dewleta tirk bi tecrîdê êrîşê hemû gelê kurd dike. Li dijî tecrîdê gelek têkoşîn tê kirin. Bi hezaran kes di greva birçîbûnê de ne. Ez silavên xwe ji bo hemû çalakvanan dişînim. Ez jî li Silêmaniyê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan dest bi rojiya mirinê dikim. Heya em serkeftinê bidest bixin ez ê çalakiya xwe rojiya mirinê berdewam bikim.”

Her wiha Ozdemîr di daxuyaniya xwe de bal kişand ser têkoşîn û qehremaniya gelê başûrê Kurdistanê jî û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Gelê Başûr gelek qurbanî dane. Piştî têkoşînek mezin hinek mafên xwe bidest xistine. Îro me li Silêmaniyê vê çalakiyê destpêkiriye, hêvîdar im rewşenbîr, hunermend û hemû xelkê Başûr piştgiriya çalakiyê bikin.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar