Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Li Silêmaniyê yekem komkujiya baasiyan

Rejîma Baas yekemîn komkujiya li ser gelê kurd ji berî 56 salan li Silêmaniyê pêk anî. Di komkujiyê de 82 welatiyên Silêmaniyê hatin qetilkirin

Di 9’ê hezîrana 1963’an ji bo bajarê Silêmaniyê û gelê başûrê Kurdistanê weke rojek bi xwîn tê bi nav kirin ku ji aliyê rejîma Baas ve li Silêmaniyê 82 kurd hatin qetil kirin. Tûgaya 20’emîn a  Artêşa Iraqê  bi pêşengiya Zeîm Sidîq li Silêmaniyê hatinûçûn hate qedexekirin û dest bi girtin û kuştina welatiyan kirin. Di komkujiyê de bi giştî 82 kurd hatin qetil kirin.

Piştî rûxîna Komara Kurdistanê ya li bajarê Mahabadê, Mela Mistefa Barzanî berê xwe da Sovyetê û heya şoreşa 14’ê tîrmehê ya Iraqê li Sovyetê ma. Piştî wê şoreşê ku rejîma paşatiyê ya Iraqê hate ruxandin, yekem serokkomarê Iraqê yê wê demê Ebdulkerîm Qasim ji bo mafên kurdan hinek soz da. Li ser vî bingehî jî Mela Mistefa Barzanî vegeriya başûrê Kurdistanê. Piştî wê hêdî hêdî serokkomarê Iraqê ji sozên xwe poşman bû. Ji ber vê yekê di sala 1961’an de Şoreşa Îlonê bi serokatiya Mistefa Barzanî li başûrê Kurdistanê serî hilda.

Di 8’ê sibata 1963’an de Hizba Baas ya Iraqê li hemberî serokkomarê Iraqê Ebdulkerîm Qasim derbe pêk anî. Di encamê de li avahiya televziyonê bi ser Ebdukerîm de gule hat barandin. Êdî rejîma Baasê hêdî hêdî dest bi jinavbirina hemû kesên ku weke neyarê xwe didîtin kir. Bi sedan rêveberên Hizba Şuî û fermandarên payebilind hatin kuştin.

Baasiyan di despêka derbeyê de peywendiya xwe bi rêveberên Kurdistanê re danî û sozên mezin dan kurdan. Yek ji wan sozan jî ew bû ku soza rêveberiya ne navendî bû. Lê piştî ku cihê xwe qayîm kirin, wan jî pişta xwe da daxwazên gelê kurd û ketin nava şer.

Di 8’ê hezîrana 1963’an de artêşa Iraq bi fermandariya Zeîm Sidiq Mustefa ber bi çiyayê Giwêje û Ezmer yên bajarê Silêmaniyê ve ketin rê. Lê pêşmerge hemberî wan derketin. Zeîm Sidiq piştî wê bi rojekê hemû aciziya xwe ji welatiyên bêçek rakir.

Di 9’ê hezîranê bi biryara Zeîm Sidiq derketina derve ya Silêmaniyê hat qedexekirin. Bi navê lêgerîna çekan, 82 kes ji mamosta, xwendekar, kasibkar û karmendan hatin binçavkirin. Wan kesan hemû birin gel mizgefta Silêmaniyê. Niha ew cih ku berê mizgeft bû, bûye Parka Azadî. Artêşa Iraqê kesên girtî hemû li wir gulebaran kir. Heman rojê li navçeya Koyeyê bi fermana fermandar Teha Şekirçî komek têkoşer hatin gulebarankirin.

Her wiha bi sedan kes hatin binçavkirin û ji bilî wê hemama Silêmaniyê jî tijî girtî kirin. Roja din ango 10’ê hezîranê rejîma Baasê bi fermî dest bi şer kir û hemû çekên qedexekirî hemberî kurdan bikaranî.

Dr. Fayîq Gulpî di pirtûka xwe ya bîranîna ya bi navê ‘Ku li wir ve temaşeyî jiyana xwe dikim’ wiha tîne ziman; “Roj bi roj desthilata Şoreşa Îlonê pêş diket. Pêşmergeyan herêmek berfireh girtîbû. Bi armanca ku pêşmergeyan bişkênin û dubare dagirkeriya xwe li herêmên di bin destê pêşmergeyan de pêk bikin, havîna sala 1963’an Artêşa Iraqê dest bi pêngava leşkerî ya li ser herêmên Kurdistanê yên hatine rizgarkirin kir. Di wê demê de bi pêşengiya  Zeîm Sidîq li Silêmaniyê destpê dikin. Ji berî ku Zaîm Sidîq bi artêşê êrîş bike li ser herêma Şarezûr û Hewram, li Silêmaniyê, Dukan û Koye dest bi êrîşan kir. Çend komkujî pêk anîn. Li Silêmaniyê komkujiya bi navûdeng a 9’ê hezîranê pêk anîn.”

Bi vî awayî êrîş, komkujî û enfala rejîma Baas a li hemberî kurdan gihişt lûtkeyê û heta sala 2003’an berdewam kir.

Di dîrokê de li Iraqê her rejîmek hatine li ser hikûm, soz daye gelê kurd, lê dema ku cihê piyê xwe qayim dike, paş de gavan tavêje û dest bi qirkirina kurdan kirine. Yek ji şaşiyên kurdan ew e ku bi xweş bawerî dikevin dava dijmin û nekarine şaşiyên xwe veguherinin bi destxistina mafên xwe. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar