PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Li Silopiyayê bang kirin: Tecrîdê bi dawî bikin

Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê û rêxistinên navçeyan derbarê grevên birçîbûnê de daxuyanî dan û wiha gotin: "Tecrîd li ser bingeha şer, talan û mêtingeriyê tê meşandin."

Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, di roja 147’an de didome. Rêxistinên HDP’ê yên Şirnexê û navçeyên wê  Silopiyayê têkîldarî grevên birçîbûnê li ber avahiya HDP’ê daxuyanî dan. Malbatên girtiyan, rêveberên rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Şirnexê û rêveberên rêxistinên navçeyên wê, aktîvîstên TJA’yê û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Tecrîd sûcê mirovahiyêye, divê demildest daxwazên girtîyên di grevê de bên pêkanîn’ hat vekirin.

Rêveberê HDP’ê ya Silopiyayê Tûncay Înal daxuyanî xwend. Înal diyar kir ku bi girankirina tecrîdê, sûcê mirovahiyê pêk tînin û wiha axivî: “Tecrîd, yek ji rêbazên çewisandin û tundiyê ye. Tecrîd sûcê îşkenceyê ye. Ev pêkanîn ne meqanûnî ye. Tirkiye qedexeya îşkencekirinê binpêkiriye û ev ji hêla CPT’î û saziyên navnetewî ve hatiye belgekirin. Van saziyan xwestin ku tecrîd bê bidawîkirin. Lê belê, AKP’ê tecrîd giran kir û bi awayekî sîstematîk li hemû Tirkiyeyê pêk tîne. Em dizanin ku tecrîd li ser bingeha şer, talan û mêtingeriyê tê meşandin.”

Berpirsyar hikûmet e

Înal di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku tiştekî neyînî li girtîgehan bi qewime hikûmet berpirsyar e û wiha domand: “Li gel ku me weke HDP bi dehan caran anî ziman jî hikûmetê di vê mijarê de tu gav neavêtin. Dema çalakiyên greva birçûbûnê de li derve an li hundir tiştek çêbibe berpirsyarê wê hikûmet û wezareta dadê ne.”

Her wiha Înal bang li hikûmetê kir ku bi berpirsyarî tevbigere û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Girtiyên siyasî yên li girtîgehan ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd têdikoşin û daxwazên wan jî li ser vê bingehê ne. Divê demildest daxwaziyên wan pêk bên û hikûmet bi berpirsyarî tevbigere.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar