Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Silopiyayê ji bo ciwanan şahî hat lidarxistin

Li Silopiyayê li dijî fihûş û tiryakê şahiyek hate lidarxistin. Di şahiyê de bi sedan ciwan amade bûn. Di şahiyê de parlamenter Dêrsim Dag got ku heta ku ciwan hebin, faşîzm dê tu caran bi ser nekeve. Ciwanan li dijî fihûş û tiryakê dirûşm berz kirin

Bi pêşengiya Şaredariya Silopiya ya Şirmexê, bi armanca bal kişandina ser zêdebûna fihûş û tiryakê, şahiya ciwanan hate lidarxistin. Şahî li qada Newrozê pêk hat. Di şahiyê de parlamenterên HDP’ê Dêrsim Dag, Nûran Îmîr û Huseyîn Kaçmaz, hevşaredarên bajêr, rêveber û xebatkarên şaredariyê û bi hezaran kes amade bûn. Di şahiya ku piraniya beşdarên wê ciwan bûn, komên mûzikê yên Umut Botan, Dengê Jinên Azad û Koma Gulê Xerzan derketin ser dikê.

Parlamenterên HDP’ê di serî de girse yek bi yek silav kirin û piştre jî parlementer Dersim Dag axaftinek kurt kir. Dag, bal kişand ser pêvajoya çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha dom kir: “Piştî banga Ocalan çalakiya grevabirçîbûnê bi dawî bû. Me li ber xwe da û em bi ser ketin. Di şexsê Ocalan de tecrîd li ser gelê kurd hebû. Ev tecrîd di heman demê de li ser jinan, ciwanan û xwezayê jî dihat meşandin. Ji bo ku ev tecrîd nehat qebûl kirin, çalakî hat destpêkirin û yên bi ser ketin jî em bûn.”

Dag, bang li ciwanan kir ku di meclisên ciwanan ên HDP’ê de xwe bi rêxistin bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heya ku ciwan hebin, faşîzm tu carî bi ser nakeve.” Piştî axaftina Dag, girseyê bê navber dirûşmên ji bo Ocalan berz kirin.

Di şahiyê de coşeke mezin hebû û her ku çû girse mezintir dibû. Hûnermendên derketin ser dikê, bi stranên xwe girse coştir kirin. Bi hezaran ciwan li ber stranan govend gerand û kêliyên bi coş û keyfxweş jiyan. Di şahiyê de bê navber li dijî fihûş û tiryakê jî dirûşme hatin berz kirin û girseyê berteka xwe nîşan da.

Şahiya ciwanan heya derengiya şevê dewam kir. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar