Navenda Nûçeyan |
Ji beriya saetên nîvro li ser rêya Merîwan-Kamyaran a parêzgeha Sine ya rojhilatê Kurdistanê otobusek ku 22 kes têde bûn, qelibî û ket nav dolekê.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, di encama qezayê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Hat gotin ku kesên birîndar ji bo nexweşxaneya Kamyaran hatin veguhestin. Her wiha hat diyarkirin ku ji ber birîna wan giran e, dibe ku hejmara miriyan zêdetir bibe.