Navenda Nûçeyan
Polîsan çek spart rojnamevanan û li nasnameyên wan nêrî.
Hat diyarkirin ku nûçegihana MA’ye Zeynep Dûrgût, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê de ku derbarê nûçeya Osman Şîban û Servet Tûrgûtên ji helîkopterê hatibûn avêtin de hatiye binçavkirin. Polîsan destên Dûrgûtê ji paş ve kelemçe kirin û wê birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.
Her sê rojnamevanên din jî piştî venêrînê hatin berdan. Piştî şopandina nûçeyê li navçeya Cizîrê hatin binçavkirin.