Li taxa Yenî ya Navenda Şirnexê derket holê ku Çawişê Pispor ê ku navê wî nayê zanîn duh êvarê li zaroka 10 salî destdirêjî kiriye û hewl daye ku birevîne. Lê li ser bertekên şêniyên taxê û kesên bi telefonê dîmenê bûyerê girtin çawîşê destdirêjî kir hat binçavkirin û birin emniyetê.
Piştî bûyer derket holê li ser medya civakî jî kampanyaya bi hastaga #susmaşırnak (bêdeng nemîne Şirnex) hat destpêkirin. ŞIRNEX