PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Li Şirnexê hejmara pêketiyên koronayê zêde dibin

Li Tirkiyeyê hêjmara kesên bi şewba vîrûsa koronayê dimirin û pê dikevin zêde dibe û hejmara pêketiyan derketiye bi 219 hezar û 641 kesan. Di demên dawî de yek ji bajarên ku herî zêde korona lê berbelav bûye navçeya Cizîrê ya Şirnexê ye. Heta niha bi dehan kes bi vîrûsê ketine û bi sedan mal jî di bin karantinayê de ne. Serokê Odeya Bijîşkan a Şirnexê Dr. Serdar Kûnî rewşa dawî ya koronayê nirxand û diyar kir ku li gel pêvajoya ‘asayîbûnê’ jî li herêmê hejmara pêketiyên koronayê zêde dibe.

Kûnî diyar kir ku bi germbûyîna hewayê re li navçeya Cizîrê hejmara pêketiyan kêm bû, lê li navenda Şirnexê ev hejmar zêde dibe û ev tişt anî ziman: “Beriya cejna Remezanê hejmara pêketiyan 88 bû. Ji van 71 kesan nexweşî derbas kir. Lê piştî derbasbûyîna pêvajoya ‘asayîbûnê’ xelk li parkan û kuçeyan geriya û çûnehat zêde bû. Loma jî hejmara pêketiyan zêde bû. Li Şirnexê nexweşxane hemû tije bûne. Niha bi giştî li Şirnexê hezar û 600 weqa hene. Her wiha testa 400 xebatkarên tendûristiyê jî pozîtîf derketiye. Di rojên dawî de li Cizîrê kêm bû. Lê li Şirnex, Sîlopiya û Hezexê hejmara pêketiyan zêde bûne.”

‘Xebatkarên tenduristiyê di koma rîskê de ne’

Di axaftina xwe de Kûnî da zanîn ku test nayên kirin û wiha domand: “Ji berê de heta niha em dibêjin ku testên tên kirin têr nakin. Di heman demê de xebatkarên tenduristiyê jî ji vî tiştî bêpar in. Lê belê koma herî xeternak a xebatkarên tenduristiyê û bijîşk in. Divê demildest testên xebatkarên tenduristiyê werin kirin.”

Her wiha Kûnî ji bo parastina ji koronayê bang li xelkê Şirnexê û navçeyên wê kir û xwest xelk xwe bi xwe tevdîrên xwe bigire û bila ji bîr nekin ku hêj metirsiya koronayê derbas nebûye. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar