PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Li Şirnexê liv û tevgera kontrgerîla

Li herêma Çiyayê Cudî û Bestayê operasyonên dewleta tirk didomin. Şêniyên herêmê da zanîn ku tîmên ‘Hançer’ û ‘Bayrak’ li vê herêmê bi cilên gerîla digerin û ketine nava liv û tevgerê

Li herêma Çiyayê Cûdî û Besta bê navber operasyonên leşkerî tên lidarxistin. Di van operasyonan de leşker û cerdevan bi hevre gelek caran bi ser gundan de digirin. Di rojên dawî de dîsa bi tevlêbûna gelek leşker, tîmên taybet û cerdevanan li herêmê operasyon tên lidarxistin. Ji ber operasyonên zêde welatî dîsa nikarin biçin kar û barê xwe yên li nava zeviyan bikin.

Hat zanîn ku qereqolên herêmê bê navber çiya û zozanên herêmê bombebaran dike. Operasyona dawî jî li herêma Navyan, Nerex, Kiron, Avgamasiya, Buryan û Bajaroka Gundikê Melê zêde bûye.

Cil û bergên gerîla li xwe dikin

Têkildarî mijarê welatiyên ji herêmê axivîn û diyar kirin ku ji ber operasyonê nikarin biçin nava dahl û rezên xwe û nikarin karên xwe yên rojane bikin. Welatiyan anîn ziman ku di operasyonên dawî de dîsa wekî salên 1990’î tîmên taybet cilên HPG’iyan li xwe dikin û li herême digerin.

Tîmên kontra

Welatiyan destnîşan kir ku wekî tîmên taybet ên ‘Hançer’ û ‘Bayrak’ cilên HPG’iyan li xwe dikin û li herêmê digerin û derdikevin operasyanan. Endamên Tîmên ‘Hançer’ herî dawî di tîrmeha 2009’an de li navçeya Elkê Necman Olmez (35) û Ferhat Edîş (35) kuştibûn. Piştî bûyerê ji endamên tîmên Hançer 6 jê cerdevan 9 kes rastî cezayê muebetê hatibûn. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar