Li gundê Derêsor ê girêdayî bajarokê Bêspîn ê Silopiya ya Şirnexê ku dikeve quntarê Çiyayê Cûdî, di danê nîvro de şewat derket. Hat zanîn ku leşkerên li herêmê gule li derdorê reşandine û şewat ji ber gulebarana leşkeran derketiye.
Ji bo vemirandina şewatê heta niha tu mudaxile nehatine kirin û her ku diçe berbelav dibe.
Di heman demê de li çoltarê gundê Newala Îsa Axa yê Cizîrê jî şewat derket. Hat zanîn ku şewat li qada Fermandariya Cendirmeyan û Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê ji bo perwerdeyê guleyan lê ber dide derketiye. Demek piştre şewat li çêrgeha gund belav bû. Şewat hêj didome û ji bo vemirandina şewata ber bi gund ve berfireh dibe jî tu mudaxele nayên kirin.