Walîtiya Şirnexê bi hinceta tayînkirina qeyûman, heya 15 rojan çalakiyên li bajêr qexede kirin. Balkêşe ku piştî 3 rojan biryar hat ragihandin
Walîtiya Şirnexê, bi hinceta tayînkirina qeyûmên ji bo 3 Şaredariyên Bajarê Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê yên HDP’, heta 15 rojan çalakiyên li bajarê bên lidarxistin, qedexe kir. Walîtiyê duh di sîteya xwe ya înternêtê ya fermî de ev biryar ragihand. Balkêşe ku walîtiyê piştî 3 rojan ev biryar ragihand. ŞIRNEX