Li Şirnexê polîsên tirk HDP’yî kirin hedefa xwe, bi ser gelek malan de girtin û gelek kes hatin binçavkirin
Li navenda bajêr û navçeya Hezexê polîsên tirk terora qirkirina siyasî meşand.
Li navenda Şirnexê rêveberên HDP’ê Yahya Idîn, Sînan Koluman û Sekvan Kilinç hatin binçakirin.
Li navçeya Hezexê avêtin ser mala endamê Meclisa Şaredariyê Mehmet Eraslan ku 15’ê Tebaxê hatibû binçavkirin û vê carê hevjîna wî Gul Erarslan hat binçavkirin.
Li Êlkê jî polîsên tirk avêtin ser 6 malan. Polîsan mal serûbinî hev kirin, rêveberên HDP’ê Dîndar Cîn, Cemîl Cîn, Nûrî Cîn, Selahattîn Ataman, Agîd Çokdogan û Mazlûm Çokdogan binçav kirin.
Li Şirnexê di 15’ê tebaxê de dîsa operasyon hatibû kirin, 9 kes hatibûn berdan û 2 kes hatibûn girtin.
Her wiha di 15’ê tebaxê de lşi Artûklu, Nisêbîn, Qoser, Kerboran û Stewrê 11 kes hatibûn binçavkirin, tê payin ku roja duşemê wan bibin dadgehê. ŞIRNEX