Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li Skoçyayê komkujî û jenosîdên bi serê kurdan hatine wê werin nîşandan

Rêxistina Zagros a li Skoçyayê ku ji komeke penaberên kurd pêktên, ji bo tevlî festîvala salane ya Skoçyayê bibin di nava amadekariyan dene. Hevserokê Rêxistina Zagros Ako Xelîlzade got: “Ji bo ku bizanin di dema borî de çi bi serê me hatiye, emê liwir nîşan bidin.”

Her sal li Skoçyayê festîvalek penaberan a navnetewî tê lidarxistin, îsal Rêxistina Zagros ku ji komek penaberên kurt pêktê, dixwaze tevlî festîvalê bibe û dengê kurdan bigihîne derve. Derbarê mijarê de hevserokê Rêxistina Zagros Ako Xelîlzade ji Rojnewsê re axivî.

Ako Xelîlzade got ku weke çandek her sal li Skoçyayê festîvalek navnetewî ya ji bo hemû penaberan tê lidarxistin. Ako da zanîn ku têde penaber kar û çalakiyên xwe yên dîrok, êş, çanda netewa xwe nîşan didin.

Ako di dewamê de diyarkir ku wê festîval dawiya meha hezîranê de li bajarê Glasgow ya Skoçyayê pêkwere û wiha pêde çû; “Emê 3 rojan tevlî festîvalê bibin, emê liwir bi rêya film, pêşandan, guftugo, û cûreyên din peyama xwe bigihînin gelên cûda yên tevlî festîvalê bibin. Me komek çîrokên li ser kîmyabarana Helebce, jenosîd û komkujiyên li hemberî gelê kurd pêkhatine amadekiriye. Ji bo ku bizanin di dema borî de çi bi serê me hatiye, emê liwir nîşan bidin.”

Di dewama axaftina xwe de Ako Xelîlzade ragihand ku mixabin netewên din ji jenosîd û karesatên li hember kurdan hatine kirin, ne agahdarin û wiha dom dike; “Ji ber ku bi qasî tê xwestin li ser asta cihanê kurd nehatine nasandin, herwiha navendên akademî û çandî hewl nedane bi çalakiyên xwe vê mijarê bi cihanê bidin nasandin.”

Di dawiya axaftina xwe de Ako dibêje; “Ji bo serkirdeyên biyanî ne girînge ku çi bi ser gelê kurd hatiye, ji bo wê pêwîste xelkên sivîl di nav gel û netewên din de, ji rewşa kurdan werin agadarkirin. Ev girînge, divê kurdên ku hatine derveyî welat zarokên xwe ji rewşa kurdan agadar bikin. Zarokên kurdan bizanin çi bi serê kurdan hatiye û karesatên bi serê kurdan hatine neyên jibîrkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar