Şeva borî li navçeya Soran agir bi avahiyek ket, di encamê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan. Aşkere bû di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de 10 jin in û 4 mêr in.
Li gor zanyariyên ku beşa lezgîn û bergiriya şaristanî yên Soran dane, hemû kesên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane ji ber dûkelê xeniqîne û laşê ti ji wan neşewitîne. Ji ber bûyerê li îdareya Soran sê roj şîn hat ragihandin.